Orso wê li Berlînê bê danasîn

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:41

Lorenzo Orsetti şervanekî înternasyonalîst ê di nava refên QSD´ê de bû. Di hicûma dawî ya li dijî DAIŞ´ê de li Baxuzê 18´ê Adara 2019´an şehîd bû. Name û nivîsên wî yên dema ew li Rojava bû, weke kitêb hatin weşandin. Ev kitêb niha bi wergera Ingilîzî ji Red Star Press jî derket. Malbata Lorenzo Orsetti yan Orso yan jî Heval Têkoşîn Piling 16´ê mehê (şemiya bê) kitêbê li Berlînê dide nasîn.

Di kitêbê de mirov dikare van rêzên Heval Têkoşer bixwîne: 

"Ez dizanim, ev demên zehmet in, lê destê xwe ber xwe re bernedin, bêhêvî nebin, ti carî wiha nekin! Kêliyeke tenê jî mekin. Weke ku her tişt jidestdayî xuya bike jî, gava ku ya xirab dike ku canê mirovî biêşe û mirov hew kare xwe li dinyayê ragire, dîsa jî wê hêzê bibînin û wê bidin hevrêyên xwe jî. Di wan kêliyên reştarî de ev rohnî wê alîkar be. Û timî lê bifikirin ku firtoneyên mezin her bi dilopekê dest pê dikin. Hewl bidin ku hûn bibin ev dilop bi xwe." 

Hevrêyên wî jêre bi şîrînî û jidil gotine Orso (Hirço), lê wî navê Têkoşer Piling bêhtir li xwe anîbû. Gava ku Têkoşer Piling şehîd bû, ew 33 salî bû. 

Di kitêbê de çi name û çi jî nivîsên Şehîd Têkoşer Piling li ser Şoreşa Rojava,  Tevgera Rizgariya Kurdistanê û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk in. Çap û belavkirina kitêbê bi rêya Crowdfunding (berhevkirina pereyan bi kampanyayên online) hatin fînanzekirin. Tevahiya dahata di encama firotina kitêbê de jî ji Heyva Sor a Kurdistanê re diçin.

Malbata Şehîd Têkoşer Piling 16´ê Cotmehê li Berlînê li hola Collettivo O45 a li Oranienstraße kitêbê bide nasîn.

Bernameya danasîna kitêbê saet 18:00´an dest pê dike.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.