Nijadperestên Tirk li gelek deverên Awusturyayê çalak in. Dawiya Hezîrana bihurî li Favoritten a paytext Viyanayê, nijadperestên Tirk çend rojan li ser hev êriş biribûn ser çalakgerên jin, çepgir û Kurdan.
Ji ber ku nîşandana sembolên gurên boz yanî nijadperestên Tirk li Awusturyayê hatiye qedexekirin, nîşandana van sembolan li devera Kufsteina a li Tîrolên Awusturyayê jî pirsgirêkek e cidî ye. Meclîsa Bajarê Kufsteinê jî ev mesele xiste rojeva xwe ji ber ku nijadperestên Tirk ên Kufsteinê di tevna medya civakî de fotografên di wan de nîşanên gurên boz eşkere xuya ne, parve kirin. Tevî ku li ser hişyarkirinê resm hat rakirin, siyaseta bajêr li tehlûkeya nijadperestên Tirk hişyar bû.
Şaredarê Kufsteinê Martin Krumschnabel dibêje, ew ji çapemeniyê ji bûyerê agahdar bûye û ji bo kesên ev sembol nîşandana wê hin encam hebin. Wî xwest qanûn bê tetbîqkirin û cezayê lazim li wan bê birrîn.
Şaredar ji vê û wê de jî çû û got, "Heger armancên van komeleyan ên ku li qanûna me nayên, hene, hingî divê em li ser wê yekê bifikirin, ka çima komeleyên bi vî rengî li Awusturyayê dikarin bên vekirin."
Pisporê tevgerên tundraw li Awusturyayê Thomas Rammerstorfer dibêje, ji mêj e ku nijadperestên Tirk li Kufsteinê çalak in û ew nexasim ji bo hindikahiyan, Xiristiyanên ji Tirkiyeyê û demokratan tehlûkeyeke cidî ne.
Di êrişên nijadperestên Tirk ên dawiya Hezîranê li Viyanayê de, êrişkar ew qasî baş rêxistinkirî bûn ku wezareta karê hundir zen dike, yekser îstîxbarata Tirk MÎT di birêxistinkirina êrişan de cih girtiye. Bûyer hîna tê lêkolan û daxiuyaniyeke fermî li ser mijarê hîna nehatiye dayîn.
KUFSTEIN