• Arkan tevî malbata xwe ji ber Fermana 74'an reviyabûn û li Elmanyayê, li bajarê Celleyê penaber bûbû. Ew piçûkê 7 xwişk û birayan bû.

MURAT MANG
BIELEFELD 

Arkan Hussein Khalaf (Arkan Hisên Xelef Kejo) ê 15 salî 7´î Nîsana 2020'an ber êvarkî, gava ku bi bisiklêtê xwe digeriya, ji aliyê êrişkarekî ve bê kêre hat qetilkirin. Arkan tevî malbata xwe ji ber Fermana 74'an reviyabûn û li Elmanyayê, li bajarê Celleyê penaber bûbû. Ew piçûkê 7 xwişk û birayan bû.
Rûniştina doza vê kuştinê hîna dest pê nekiriye. Li ser raporeke pisporan, niha hat zanîn kujer Daniel S. ê 30 salî li klînîkeke psîkyatriyê ya daimî hatiye bicihkirin. Dozgeriya Luneburgê jî li dadgeha cezayê giran a Luneburgê miracaeta xwe kir. Serdozger Lars Janßen duşema bihurî gotibû, dozgerî sûc weke "derba kuştinê mirovekî" qebûl dike.
Kujer îdîa kiribû ku ne ji ber nijadperestiyê wî bi kêrê êriş kiriye kurikê Êzîdî. Wî di îfadeya xwe de gotibû, wî mexdûr berê hîç nedîtiye, ji ber vexwarina alkol û xwarina narkotîkan wê rojê ew ne rehet bûye.
Dozger jî li şûna bi meselê dakeva ya rehet dike û îdîa dike ku ti sedema mirov bawer bike, êrişkar ji ber nijadperestiyê zarokê Êzîdî kuştibe, nînin. Gelek koman û nexasim jî komeleyên Êzîdiyan û malbata Arkanî dozgeriyê gunehbar dikin bi wê yekê ku ew li sedemeke nijadperest a êrişê xweşik napirse.

'Birayê min bi qest kuşt'

Birayê mezin ê Arkanî. Îsa Hussein Khlalaf (Îsa Hisên Xelef) nerazî ye ji biryara razandina kujerî li klînîkeke psîkyatriyê û dibêje, "Ew ne nexweş e. Wî birayê min bi qest kuşt."
Îsa Hisên Xelef bi telefonê nerazîbûna xwe wiha îfade kir: "Piştî ku kêr kiriye, ji kesên li deverê re gotiye, telefonî polîs bikin. Piştre baz dide, diçe benzînxaneyê, ji wir diçe navenda bajêr û ji wir jî diçe Bahnhofê. Piştre telefonî polîs dike dibêje, min kuşt. 3 rojan ew ji polîs re nepeyiviye. Gotiye, heta parêzerê min neyê, ez napeyivim. Kesekî nexweş û madeyên hişbir bixwe, wê çawa bîra van hemûyan bibe?
Piştî ku birayê min kuştiye, bi zanîn tevgeriyaye. Derewan dike. Ne nexweş e. Rastiyan vedişêre, birayê min bi qest kuştiye."

Em doza heqiyê dikin 

Îsa Hisên Xelef bi bîr dixe ku ew ji zilma DAIŞ´ê di korîdora YPG/YPJ û HPG´ê vekirî de xwe xilas kirine, li Elmanyayê bûne benaber û wiha dewam kir: "Li Elmanyayê jî ev zilm hat serê me." Îsa got, birayê wî Arkan ciwanekî qenc û mirovperwer bûye û wiha peyivî: "Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em li bendê ne Elmanya edaletê pêk bîne. Pêdiviya me bi parêzeran heye, nexasim parêzerên Êzîdî divê vê dozê bişopînin."
 
Em îdîaya narkotîkê red dikin

Behiye Uca, malbata Xelef ji nê ve nas dike û di meseleyên burokratîk de bi wan re dibe alîkar. Behiye dibêje, kujer hewl dide bi îdîaya mubtelabûnê, raporeke psîkolojîk bistîne û xwe xilas bike: "Ew wekî din bi israr dibêje, ew ne neyarê xerîban e. Em vê qebûl nakin û li ber radibin."
Behiye, dide zanîn ku kujer ji hepsê birine klînîkeke psîkyatriyê û wiha dewam dike: "Em vê qebûl nakin. Parêzerên me yên xurt hene. Ji bilî parêzerên Êzîdî, Komeleya Parêzerên Niedersachsenê jî, piştî civîna me ya bi 41 parêzeran re ji me re got, ew li cem me ne. Rapora pispor a amadekirî hîna negihiştiye ber destê parêzerên me."