Rêxistinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê ku zêdeyî salekê karên rêxistinî dikin, dawiya hefteyê kom bûn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Skandînavyayê ragihandin.
Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, rêxistin û saziyên Kurdan ên li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê dawiya hefteyê li bajarê Swêdê Orebroyê kom bûn. Di civîna 2 rojan de hate destnîşankirin, ku Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê, ji bo tevkariyê li têkoşînê bikin, divê li gelemperiya Skandînavyayê bibin xwedî rêxistinbûneke hevpar.
Bi vê armancê NCDK´a Skandînavyayê hate hilbijartin û Hevserokên NCDK´a Swêdê Ridvan Altûn û Nadîa Saleh bûn hevserokên wê. Hevserokên NCDK´yên Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê jî di nav de rêveberiyek hate hilbijartin.
Di civînê de li dijî operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd hin biryar hatin wergirtin.
Ji bo piştgiriya bi berxwedana Heftanînê re ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, wê di 22'ê Tebaxê de li bajarên Stockholm, Goteborg, Kopenhagen, Oslo û Helsînkiyê çalakiyên girseyî bên lidarxistin.
Festîval dibe Rojên Çanda Kurd
Her wiha li ser Festîvala Çandê ya Skandînavyayê biryar hate dayin; ji ber ku bi sedema şewbê nikare li salonê bê lidarxistin, îsal li bajarên Stockholm, Vasteras, Helsînkî, Oslo û Kopenhagenê li derve bi rengê "Rojên Çanda Kurd" wê bê lidarxistin.
Di 9'ê Cotmehê de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, ji bo ronîkirina bûyera kuştina Olof Palme û rakirina mohra 'terorê' ji ser PKK'ê û bilêvkirina daxwaza xwestina lêborînê ji Kurdan wê li bajarên Stockholm û Malmo yên Swêdê bi beşdariya ji bajarên derdorê û Kopenhagenê, meşên dirêj bên lidarxistin. Heman rojê wê bi heman daxwazê li Oslo û Helsînkiyê li pêşiya Sefaretxaneyên Bilind ên Swêdê çalakî bên lidarxistin.
NCDK a Skandînavyayê wê tesîrê bike
Hevserokê NCDK´a Skandînavyayê Ridvan Altûn diyar kir ku rêxistinbûna wan a nû wê di demeke kurt de bandorê li warên civakî, siyasî û dîplomatîk bike, çalakiyên girseyî yên li dijî dewleta Tirk wê zêdetir bibin.
Nadîa Saleh jî di dawiya civînê de axivî, berxwedana Heftanînê silav kir û bang li dinyayê kir ku dewleta Tirk şermezar bike.
ANF/OREBRO