Murat Kuseyrî hat bibîranîn

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:33

Nûçegihanê ANF´ê Murat Kuseyrî li paytexta Swêdê Stockholmê bi civînekê hate bibîranîn. Murat Kuseyrî ji ber tumora li ser mejî di 30'ê Îlonê de wefat kiribû. Dost û hevrêyên wî ew li Navenda Civaka Kurd bi bîr anî.

Malbat û hempîşeyên wî, xebatkarên Navenda Civaka Kurd, kesayetên çepgir ên Tirkiyeyî û gelek kesên ji têkoşîna demokrasiyê tevlî civîna bibîranînê bûn.

Piştî rêzgirtinê peyama koordînasyona weşanê ya ANF´ê hate xwendin.

Piştre hevsera Murat Kuseyrî, Zelîha Kuseyrî got, "Ew ji her kesî re bû alîkar. Hûn jî bi wî re man û we ew nas kir. Gelek caran gef lê hate xwarin, tevî vê yekê jî nûçegihanî ji ANF'ê re kir."

Di civîna bîranînê de slayt hate nîşandan. Piştre jî Kurdo Baksî got, "Ji wendakirina rojnamevanekî jî wêdetir, ew mîna kekê min bû, lewma windakirina wî gelekî giran e." Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Ayşe Goktepe jî got, baweriya Kuseyrî ya bi tevgera jinê gelekî mezin bû, lewma mirina wî ji bo wan jî windahiyeke mezin e. Parlamentera serbixwe ya Parlamenta Swêdê Amineh Kakabaveh jî got, "Hevrêyekî me yê şoreşger bû. Me rojnamevanekî gelekî baş ji dest da."

Keça manewî ya Kuseyrî Nergîz Yildiz , Seroka Federasyona Elewiyan Nevîn Kamîlagaoglû, Salîh Îmzaci, Mîrhem Yîgît, Karwan Saît, endamê Komeleya Elewiyan Alî Çagan, hunermend Kemal Gorgu û nivîskar Hesenê Alê li bibîranînê axivîn.

ANF/STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.