- Meşa du rojan a navbera bajarên Celle û Hannoverê yên Elmanyayê bi dirûşma ”Na ji qirkirine re, statu ji Şengalê re” dest pê kir.
Meşvan doh saet li 10:30’î li parka li pêşiya Şaredariya bajarê Celleyê li hev kom bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar Çîçek Fîkret û Cercûr axivîn.
Endamên komîteya amadekar bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Kurdan û xwestin, ku Şengal bibe xwedî statuyekê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi statuya Şengalê pêşî li qirkirinên nû dikare bê girtin.
Meş ji aliyê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat ve tê lidarxistin.
Di meşê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Hevserokê Fed-Demê Tahîr Koçer û berdevkê eyaleta Saksonya Jêrîn ê Fed-Demê Letîf Karakaş jî amade ne.
Meş wê roja duyemîn ango îro saet di 10:00 de li Larteyê dest pê bike û li Hannoverê bi mîtîngekê biqede.
ANF/CELLE