Midûriyeta Jinan a Şaredariya Silopiyê, li dijî destavêjî û tahdeya li jin û zarokan tê kirin, li tax û gundan mal bi mal digere û jinan serwext dike.
Şaredariya navçeya Silopiyê ya HDP’î neh meh berê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ava kiribû. Ji roja ku midûriyet hatiye avakirin heya niha, der barê jinan de gelek xebat kirine. Niha jî li tax û gundên navçeyê der barê îstîsmarkirina zarokan û tahdeya li jinan de dest bi hin xebatan kiriye. Di vê xebata navbirî de li dijî hemû cureyên destavêtinê malbat tên serwextkirin. Midûra Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Nergîz Ant, der barê xebatên midûriyetê de axivî û got: “Zarokên me, paşeroja civakê ne. Zarok, beşek ji civakê ne. Ji ber vê jî pêvajoyên ku ew tê re derbas dibin ji bo me pir hêja û girîng in.
Beriya niha em li taxan mal bi mal geriyan û me perwerdehî dida. Lê ji ber pandemiyê me nexwest em mirovan li hev kom bikin. Paşê em lê fikirîn ku gelo em çawa bikin? Me biryar da ku em mal bi mal bigerin û xebateke bi vî awayî bidin meşandin. Nêzî 10 roj in me xebateke bi vî awayî daye destpêkirin. Em mal bi mal digerin û li dijî destavêtin û îstismarkirina zarokan û jinan belavokan belav dikin. Xebata me, baş derbas dibe. Malbat jî baş nêzî xebata me dibin.”
MA/ŞIRNEX