Kurdistaniyên li paytexta Awusturyayê Viyanayê li ber nûneriya Parlamena Ewrûpayê û li ber avahiya parlamena federal a Awusturyayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Xwepêşandêran merama xwe bi pankartan û alan îfade kir. Kurdistaniyan û dostên wan ên li Viyanayê beşdarî çalakiyê bûn û bombebarana berfireh a li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Di êrişên sîşemê bi şev heta berê sibeha çarşemê de gelek welatî, 2 endamên asayîşa Mexmûrê û 4 şervanên QSD´ê şehîd bûbûn.
VIYANA