Li ser peymana Erebistana Siûdî û Îranê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 02:03

Di Adara 2023’yan de, heft salan piştî bidawîbûna têkiliyên dîplomatîk, Qraliyeta Erebistana Siûdî û Komara Îslamî ya Îranê li ser vekirina balyozxaneyên xwe li hev kirin. Ev biryar derfetan vedike ji bo kêmkirina rageşiya li herêma Kendavê, û di pêşerojê de li tevahiya Rojhilata Navîn. Hêjayî gotinê ye ku her du aliyan ragihand ku pêwîst e rêz li serweriyê bigirin û destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên dewletên din de nekin. Ev a dawî, dibe ku ne tenê vekirina nûnertiyên dîplomatîk be, lê di heman demê de xwestina vegerandina baweriya dualî bi berpirsiyariyên ku li dijî hev nexebitin, be. Bînin bîra xwe, Erebîstana Siûdiyê, Îran bi piştgiriya rêxistinên Şîa yên li Qraliyetê tohmetbar dike û Tehran Riyadê bi meşandina kampanyayeke mezin a propagandayê û piştgiriya opozîsyonê tawanbar dike.

Di heqîqetê de divê bê gotin, danûstandinên Erebistana Siûdî û Îranê demeke dirêj bi navbeynkariya Umanê û paşê bi navbeynkariya Iraqê dewam kirin, lê yek ji pirsgirêkên sereke yên peymana siberojê, nebûna garantorekî pêbawer bû. Ji vî aliyî ve, tevlîbûna Çînê, bi roleke diyarker rabû, ji ber ku Pekînê bi Tehran û Riyadê re peywendiyên nêzîk û girîng, pêbawerî damezrand. Heta van demên dawiyê, Çîn bi formula "îstiqrara bi pêşketinê" ve girêdayî ye; ew jî xwe dispêre bazirganî û veberhênanê. Lêbelê, ji bo Komara Gel a Çînê şêwirdariyên Erebistana Siûdî-Îranî firsendeke baş bû ku karînên xwe yên dîplomatîk ên zêde nîşan bide, ji ber ku Pekînê karîbû pirsgirêkeke li derveyî hêza dîplomatên Emerîkî û Ewrûpî, çareser bike. Çînê nîşanî Rojhilata Navîn û cîhanê da ku ne tenê di warê enerjî, bazirganî û teknolojiyê de lê belê di warê ewlehiyê de jî dikare bibe alternatîfek ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re.

Ji bo monarşiyên Ereb, ji nû ve vejandina siyaseta herêmî ya Îranê û kêmkirina çalakiya wê, şertê sereke yê çareseriyê ye. Ji ber vê yekê, ceribandina yekem ji bo peymana Erebistana Siûdî-Îranê dê şiyana aliyan be ku li ser çareseriyekê yan bi kêmanî cemidandina nakokiyên li Yemenê li hev bikin û paşê dora dozên tevlihevtir were - Iraq, Lubnan û Sûrî. Herwiha weke ku ezmûna êrişên ser parzûngeha petrolê ya Erebistana Siûdî di sala 2019’an de jî nîşan daye, ewlehiya Erebistana Siûdî bi geşbûna rewşa Iraqê ve girêdayî ye, ne kêmtir ji rewşa Yemenê ye. Li ser mijara nukleerî û potansiyela leşkerî ya Îranê, dibe ku ev mijar bên bipaşvexistin. 

Di vê navberê de dema pêngavên piçûk hatiye ji bo vegerandin û bihêzkirina baweriya hevbeş a aliyan. Ev dikarin tedbîrên ji bo dev ji axaftinên dijminane yan bipêşvebirina vegotinên têkildar bi riya medyayê, û tedbîrên ji bo bipêşxistina têkiliyên aborî, û tedbîrên ji bo misogerkirina ewlehiya navîgasyon û şerê li dijî terorê rasterast li devera Kendavê bin. Dibe ku di salekê tan salek û nîvê de diyalogeke berfireh li pey wan were. Di halê hazir de encama peymanê yan wê nermbûn be yan jî aşitiyeke sar… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.