Li Şehbayê xebata rewşenbîriya jinan 

Nûçeyên Jin

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:20

  • Yekîtiya Rêwşenbîran a Kantona Efrîn Şehbayê ji bo rola jinan xurtir bibe di bin sîwana xwe de buroya jinan vekir da ku jin di siyaset, wêje, huner û çandê de xwe bi pêş bixin. 7’ê Gulana sala 2023’an Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrîn Şehbayê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buroyeke taybet a jinan vekiribû da ku pênûsên jinan bi pêş bikevin.

RAPERÎN BEKÎR/JINHA/ŞEHBA

Yekîtiya Rêwşenbîran a Kantona Efrînê Şehbayê yek ji wan saziyan e ku li dijî polîtîkayên dagirkerî û şerê taybet li ser wêje û hunera Kurd xebatan dike û civaka xwe ji asîmîlasyonê diparêze.
Hevseroka Desteya Yekîtiya Rewşenbîran Medya bal bire ser roja jinan a di avabûna civakê de û got: "Di civaka neolîtîk de jin pêşengên civakê bûn û bingeha wan xurt bû. Jinan zarok anîn, berhem çêkirin û her tiştê li derdora xwe sererast kirin. Halê hazir îro jî jin bi hemû keda xwe kar dikin da ku serkeftinên mezin di karê xwe de bi dest bixin û rola xwe di civakê de îsbat bikin. Jinan di hemû waran de xwe îsbat kirin û bûn pêşeng, fermandar û siyasetmedar."

Jin bingehê civakê ne
Medya Ebdo wiha axaftina xwe domand: “Jin bingeha civakê ne divê jin rewşenbîr bin da ku civakê ava bikin û pêş bixin. Jinan hebûna xwe di dema beşdariya xwe di warê rewşenbîrî de îsbat kirin ji ber wê yekê buroya jinan di hundirê yekîtiyê de vebû."

Dixwazin rola jinan xurt bibe
Der barê armancên buroya jinan di nava Yekîtiya Rewşenbîran de Medya Ebdo wiha got: "Armanca sereke ew e ku rola jinan xurt bibe û hemû tiştên taybet di hundirê yekitiyê de werin şopandin. Di civakan de me didît ku rewşenbîrî tenê ji mêran re bû lê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re ku navê şoreşa jinan lê hat kirin, jinan rol û hebûna xwe îsbat kirin da ku ji hemû cîhanê re nîşan bidin ku ew dikarin di civaka xwe de bibin pêşeng. Piştî vekirina buroya jinan, pêşketin çêbûn. Me çalakiyên taybet bi navê jinan birêxistin kirin. Mînaka wê jî şahiya ku ji bo îmzekirina pirtûkên 4 rewşenbîrên jin ên girêdayî yekitiyê hat lidarxistin bû."

Perwerde hatin dayin
Medya Ebdo diyar kir li gel çalakiya îmzekirina pirtûkan werşeyên kar çêbûn her wiha perwerdeyên ji bo pênasekirina jinan hatine dîtin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Yekitî kar li ser projeyên perwerdekirina zarokan jî dike. Wan fêrî helbestên bi zimanê Kurdî dike, şevbuhêrkên helbestan tên lidarxistin. Ez bang li hemû jinên xwedî berhemên rewşenbîrî dikim ku berê xwe bidin Yekîtiya Rewşenbîran da ku rola xwe û baweriya xwe bi xwe xurt bikin û xwe bi pêş bixin."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.