Li parlementa Spanyayê roja dîrokî

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 00:15

Di dîroka Spanyayê de yekem car li Parlamentoya Spanyayê zimanê Baskî, Katalanî û Galîsyayî hatin axaftin.

Katalanî, Baskî û Galîsî yên ku li Spanyayê wek zimanên hevpar tên qebûlkirin, di dîroka welêt de cara destpêkê li parlamentoyê hatin axaftin.

Bi biryara Dîwana Meclîsê re, zimanên hevpar ên fermî yên Spanya, Baskî, Katalanî û Galîsî ku berê tenê li meclîsên herêmî, saziyên fermî û dibistanên herêmê hatin bikaranîn, di parlementoyê de cih girt. 12 wergêr û alavên teknîkî yên nû ji bo parlamena welêt ji bo bikaranîna zimanên hevpar hatin kirrîn. Dema ku şîroveyên li ser bikaranîna zimanan wekî ‘rojeke dîrokî’ dihatin kirin, Miriam Nogueras ji partiya serxwebûnê ya Carles Puigdemont Junts per Catalunya bi zimanê Katalanî axivî û got: “Axirê li vê derê de wê ji kesên Katalanî diaxivin re rêz were girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.