Li Navenda Çand û Huner a Ahmet Kaya ya li Parîsê, bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de Hozan Şemdîn, Farqîn Azad, Deza Amed û Nûarîn derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de helbestên bi Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Goranî hatin xwendin.
Hozan Şemdîn di pîrozbahiyê de got, “Li malê, li kargehê û ya herî girîng jî divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Em bi Kurdî binivîsin û bi Kurdî biaxivin.”
ANF/PARÎS