Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê li hev kom bûn û bi pankart û dirûşman ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Ciwanên endamên TCŞ'ê li dijî hevkariya PDK û dewleta Tirk a faşîst jî nerazîbûna xwe diyar kirin. Ciwanan ji ber gara trenê dest bi meşê kirin û pankartên bi nivîsa "Bimire xiyanet" û "Ji bo azadiya Serok Apo bi hev re serhildan" hildan. Meşê saetekê dewam kir û dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Kujer Erdogan" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" gotin.
Meşa bi meşaleyan ku bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan" pêk hat, li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li heman banliyoyê bi dawî bû.
ANF/PARÎS