• ''Ji nişka ve em kirin binçavan, li me dan û em tacîzkirin.''

Arzû Sert ku piştî meşa ji bo jinên qetilkirî li dar xistibûn hatibû binçavkirin, diyar kir ku di bin çavan de polisan li wan daye û tacîz kiriye û got, dê dev ji têkoşîna xwe ya “jiyan û jiyandinê” bernedin.
Di 21’ê tîrmehê de li ser banga Jin bi Hev re bi Hêz in, jinan ji bo Pinar Gultekîn ku li Mûglayê hatibû qetilkirin, li Alsancaka Îzmîrê meş li dar xistibûn. Di vê meşê de polisan li jinan dabû û kiribûn binçavan. Di heman rojê de jin hatibûn berdan jî.
Arzû Sert ku dema binçavkirinê pişta wê ji ber lêdana polîsan şîn û mor bibû, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala serhatiya xwe kir: “Me ji polisan re jî got çalakiya me li dijî zilamên ku me dikujine. Lê ji nişka ve em kirin binçavan, li me dan û em tacîzkirin. Ev kirinên wan di erebeya polîsan de jî dewam kirin. Ez jî hatim tacîzkirin.”
Sert da zanîn ku bijîşk jî di rapora wan de ti tişt nenivîsandiye.

MA/ÎZMÎR