Li Munchen 2023´yê şikestinên jeopolitik

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Duşem 27 Adar 2023 - 14:11

Heger civînên salane yên Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê (WEF) wekî cûreyekî barometreya rewşa aboriya cîhanî were hesibandin, wê demê civîna Konferansa Ewlekariya Munchenê (MSC) jî navûdengê wekî barometreya rewşa siyasî ya li dinyayê ji niha ve bi dest xist.

Bi qasî ku ji encamên konferansê tê femkirin, erka sereke ya MSC-2023 xurtkirina yekitiya nû ya welatên rojava bû, ku salek berê li hember destpêkirina operasyona leşkerî ya taybet ya Rûsyayê li ser axa Ukraynayê hate bidestxistin. Guncaw e ku mirov texmîn bike ku hewldaneke din li Munchenê hate kirin ku ji hêla siyasî ve vegera li cîhana yekqutbî ya kevin a dawiya destpêka vê sedsalê fermî bike. Lê dîsa jî, rûbera neynikê ya "Lihevhatina Munchenê" heta niha şikestinên zirav eşkere kiriye ku domdariya yekîtiya ku sala çûyî bi dest xistiye dixe ber pirsan.

Beşdarên welatên rojava hewl dan ku yekîtiyê nîşan bidin û her weha dewama hevgirtina bi Ukraynayê re jî nîşan bidin. Lê belê, bê guman, di pirsa Ukraynayê de yekitiyeke tam tine bû. Bi giştî, mirov bi vê ferasetê dihise: her çend “partiya şer” hem li DYE û hem jî li Ewrûpayê hîna eşkere pirranî be jî, “partiya aşitiyê” ya ku bandora pirr kêm e, îro di bin hin mercan de dikare dîsa serê xwe rake.

Ji bo pirraniya beşdarên MSC-2023, mijara Çînê bi qasî ya Rûsyayê girîng bû. Di pirr rewşan de, siyasetmedarên Emerîkî bi eşkere lîstin û Pekîn bi hemî gunehan tawanbar kirin - ji berfirehbûna li rojhilatê Asyayê, heta bi piştgirîya veşartî ji Rûsyayê re di şerê bi Ukraynayê re. Aliyê Çînî tawanbarîya Emerîkayê qebûl nekir, xwe bi daxwazên standard ên Pekînê yên ji bo aştî û hevkariyê di çareserkirina pirsgirêkên cîhanî de sînordar kir.

Berevajî konferansên di dema rêveberiya Donald Trump de, MSC-2023 ti nakokiyên bingehîn di navbera beşdarên Emerîkî û Ewrupî de eşkere nekir. Lê dîsa jî, li pişt axaftinên xweşbîn ên bi ruhê “civaka heyrana hevdu” nakokiyên veşartî jî derketin holê. Konferansê pirsa sereke ya çarenûsa dîrokî ya yekîtiya welatên rojava bêbersiv hişt. 

Li gorî xwezaya nîqaşê, têkiliya “rojavaya” kolektîf û nîvê dinyayê yê başûr wekî pêwendiya bingehîn a cîhanê bi derûdora cîhanê re hate hesibandin ku tê de bingeh wekî mamosteyeke jîr û derdor wekî xwendekareke bi xîret tevdigere. Heger ew niyeta MSC-2023 bû, wê hingê ew bi tevahî pêk nehat. Başurê Cîhanê bi rojeva xwe û pêşiyên xwe yên tematîk û erdnîgarî hatiye Munchenê. Welatên başûr ên bi pêş ve diçin, êdî amade ne di lîstika cîhanî ya hêzên mezin ên Bakur de bi rola piyonan rabin.

Encamên MSC-2023 û her weha encamên WEF-2023, dihêlin ku em bigihîjin encamê ku têkoşîna rastîn a ji bo nîzameke nû ya cîhanî, nû dest pê dike û ew ê demeke dirêj dewam bike. Li ser pîvanên xwestî yên nîzama cîhanê ya siberojê, wek em dizanin li welatên rojava jî, di nav civaka navneteweyî de jî bi tevahî lihevkirineke bi îstîqrar tine ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.