Kurdistaniyên li Hollanda û Belçîkayê, li Manîfestoya Çandî û Polîtîk a li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li hev kom bûn.
Mijara bingehîn a manîfestoyê jî berxwedana li Heftanînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bû. Ji Partiya Karker a Hollandayê Parlamentera Ewropayê Katî Pîrî û parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li manîfestoyê axivîn.
Li manîfestoyê, ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' hate lidarxistin, berxwedana li Heftanînê hate silavkirin.
Li qada manîfestoyê, pêşangeha wêneyan û agahdarkirinê ya li dijî destavêtin, destdirêj û tundiya li jinê hate vekirin ku ji aliyê Weqfa Jinan a Azad a Navneteweyî û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate amadekirin.
Têkildarî tecrîdkirina Rêber Apo konê agahdarkirinê hate danîn.
Parlamenter Katî Pîrî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan û got, li Tirkiyeyê demokrasî nîne û mînaka vê jî girtîmayina hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş e.
Parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî got, "Li dijî îmhaya li Kurdan tê ferzkirin, divê Kurd xwe bi rêxistin bikin"
Di manîfestoyê de Engîn Xelîlkan, Kewê, Bengîn Agirî, Sîmar, Koma Şeladizê, Alî Dildar, Bagerê Zînê derketin ser dikê.

ANF/ DEN HAAG