Li bajarê Karlstadt ê Swêdê, çalakiyên di çarçoveya pêngava 'Bes e ji faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re; dem dema azadiyê ye' yê KCK'ê, dewam dikin.
Bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Apo 2 rojan çalakiyeke bi konvoyê hate lidarxistin.
Wesayita ku bi wêneyên Rêber Apo hate xemilandin li navenda bajêr û navçeyên derdorê du rojan geriya û agahdarî da. Piştre jî li navenda bajêr daxuyanî hate dayin û wesayit ber bi bajarê Soderhamê ve hate birêkirin.
Tecrîdkirina Rêber Apo li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hate şermezarkirin.
Çalakiya ku Kurdistanî, femînîst û dostên ekolojîst tevlî bûn, li Herrengasseyê pêk hat. Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN