Li Franse, Elmanya û Avusturyayê bi duruşmeya “Êdî bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re: bi hev re serhildan” ji bo serbestiya Rêber Apo çalakî pêk hatin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ li bajarê Bordeaux ê Franseyê meşiyan.
Di çarçoveya vê çalakiyê de li ber Grand Teatre daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîdkirina Rêber Apo hat kirin û bal kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeşînin.
Çalakiyeke din a aktivîstên TCŞê li paytexta Franseyê Parîsê bû. Di vê çalakiyê de ciwan li Banliyoya Saint-Denis hatin cem û ber bi çarşiyê ve meşiyan. Ciwanan rê li trafîkê girtin û bi vî awayî bala raya giştî kişandin ser xwe.
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê jî aktivîstên TCŞ û JXK li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev bûn û li filmekî temaşe kirin. Piştî film ciwan li navenda bajêr li Berliner Platzê çalakiyek kirin û azadiya Rêber xwestin.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê jî tevgera ciwanan di nava liv û tevgerê de bû.
Ciwanan li bajêr destgehek danîn û xelkê dewrûberê agahdar kirin û dan zanîn ku dewleta Tirk sûcên şer dike.
Li paytexta Avusturyayê Viyanayê TEKO-JIN û TCŞ ji bo serbestkirina Rêber Apo mîtîngek pêkanîn.
Ciwanan makêteke hucreyê çêkirin û pirtûkên Rêber Apo tê de danîn û belavokeke tê de qala tecrîdê dihat kirin xwendin û mîtînga xwe bi qasî 2 saetan dewam kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN