Li dijî şerê Tirkiyeyê zanîngeh dagir kirin

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 3 Kanûn 2022 - 02:18

Li Îtalyayê Defend Kurdistanê li bajarê Pisa zanîngeh dagir kir û li Romayê çalakiyên rûreşkirina bikaranîna sîlehên kîmyewî li dar xistin. 

Pênşemê piştî nîvrojê, li hola xwendinê ya Zanîngeha Carmignani Pole (UniPi) a li Pisayê, aktîvîstên Rise Up 4 Rojava, çalakiya dagirkirina zanîngehê dan destpêkirin. Wan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di dema çalakiya dagirkirina zanîngehê de Pro-Rektora Civaka Zanîngeha Pisayê, Enza Pellecchia da zanîn ku zanîngeh wê helwêsta xwe ji raya giştî re li dijî şerê Erdogan nîşan bide. 

 

Em sûcên we dibînin

Êrişên kîmyewî yên delweta Tirk li dijî Kurdistanê li paytexta Îtalya Romayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Çalakî li ber Ofîsa Çandê ya Konsolosxaneya Tirk hat lidarxistin. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî li hember gerîla û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava di çalakiyê de hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de dovîz û pankartên li ser wan nivîsandî “Em sûcên we dibînin” hatin hilgirtin.

PISA/ROMA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.