Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li paytexta eyaleta NRW Dusseldorfê û li bajarê Swîsreyê Cenevreyê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên ji 23’yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê hatin rûreşkirin.
Kurdistanî û dostên xwe li Platz der Republik a li Berlînê kom bûn, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.Wan got, êriş bi armanca qirkirina gelê Kurd tên kirin.
Çalakî li ser banga Nav-Berlînê hate kirin, û aktivîstên Meclîsa Jinan a Dest Dan, TCŞ û TEKO-JIN´ê jî tevlî bûn. Siyasetvan Sîbel Yîgîtalp li vir got, “Tirkiye li aliyekê êrîşî Efrîn û Şengal dagir dike, li aliyê din dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Dixwazin tola DAIŞ’ê ji Kurdan hilînin.”
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî got, “Em Kurdên li vir berxwedana azadiyê ya Kurdan silav dikin, nêzîkatiya dewletên Ewrûpa qebûl nakin.”
Li Dusseldorfê bi pêşengiya YJK-E’yê, bi meşekê dagirkeriya Tirk a li dijî Başûrê hat rûreşkirin. Meşê li pêşberî DBF Haus a li pêşberî Dusseldorf HBF’ê dest pê kir. Dirûşima meşê "Avaşîn, Zap û Metîna, Bijî Berxwedana Gerîla" bû. Nûnerê Partiya Çep (Die Linke) Hannes Draeger li vir axivî û got, “Ez Bang li dewleta Elman dikim da ku; nebe hevkarê zext, dagirkeriya li dijî Kurdan. Divê hikûmeta Elmanya firotina çekan a ji bo Tirkiye bide sekinandin. Li gorî pênaseya terorê ya Elmanyayê Erdogan divê di nava lîsteya terorê de be. Divê PKK ji lîsteyê bê derxistin.
Elmanya li aliyekî destekê dide dagirkeriya Tirkiye ya li Kurdistanê û li aliyê din li Elmanyayê têkoşîna gelê Kurd kirîmînalîze dike."
Çalakvanên Kurd li Cenevreyê ji ber bêdengiya NY a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûrê Kurdistanê, pişta xwe dan Nyî û ew protesto kirin. Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan Salîh Saglam got, “Li hemberî êrişên li dijî Rêbertiya Gelê Kurd û êrişên li dijî Kurdistanê em ê li her deverê xwedî li kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ derkevin. Em ê bi xwedîderketina li berxwedana gerîla û zindanan têkoşînê geştir bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN