Ji bo şermezarkirina qirkirina 3´ya Tebaxê ya li Şengalê, doh li bajarê Holandayê Den Haagê çalakiyek li pêşiya Dîwana Edaleta hat lidarxistin. Çalakiyê bi rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre, daxuyaniya Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî hat xwendin. Piştre şanoyeke kurt hate pêşkêşkirin û çalakî bi dirûşma jin jiyan azadî bi dawî bû. DEN HAAG