Li Marsîlyayê meşa dirêj li dijî komploya navneteweyî dest pê kir.

Li bajarê Fransayê Marsîlyayê, bi rasthat8na salvegar wê ya 22'yan li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, meşeke dirêj a ji bo sê rojan dest pê kir.
Kurdistaniyên ji bajarên Bordeaux, Toulouse, Montpellier û Dragounyanê, tevî dostên xwe li ber Şaredariya Da Martiguesê civiyan, belavok xwendin û meşa dirêj bi beşdariya 153 kesan dest pê kir.

Çalakvan doh heta bi Marignaneyê meşiyan. Ciwan îro wê ji Marignanê heta bi St. Antione ya li pêşiya Marsîlyayê bimeşin. Roja dawî jî wê çalakger ji St. Antionê heta bi meydana Jouliette ya Marsîlyayê bimeşin û li Vieux Portê mîtîngekê li dar bixin.

ANF/MARSÎLYA