Levkirina Bexda-Şamê ya bi tehfa Îranê

În 17 Gulan 2024 - 16:35

  • Nivîskar û siyasetmedarê Sûriyeyî Elî Emîn El Siwêd têkilî lihevkirina ewlehî ya di navbeyna Bexda û Şamê de got, ‘’nîşaneyeke sexte’’ ya têkoşîna dijî narkotik û terorêye û bi tehfdana Tehranê ye.

El Siwêd têkilî lievkirina ewlehiyê ya di navbeyna Şamê û Bexdayê got,"Nîşaneyeke sexte ye. Bi rêya wê dixwazin bêjin di aliyê têkoşîna li dijî narkotîkê û terorê de, ji aliyê hikumeta Şamê ve gav tê avêtin. Wê demê tu hincet li cem dewletên Ereban ên ku jê tê xwestin bi Şamê re normalize bikin, namîne."
Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê Ebdulemîr El Şemrî û hempîşeyê wî yê hikumeta Şamê Mihemed El Rehmûn 12`ê Gulanê lihevkirina ewlehiyê îmze kir. Ew lihevkirin bi "asta herî bilind" hate wesifandin. Lihevkirin ji 5 beşan pêk tê: xurtkirina hevkariyê di qada têkoşîna li dijî terorê de, sûcên ser sînor, qaçaxcîtiyê, bazirganiya mirovan, ewlehiya sîbranî, sûca birêxistinkirî, radestkirina sûcdaran û pereyên nerewa."
El Siwêd destnîşan kir ku Îranê dehf daye her duyan ku vê lihevkirinê îmze bikin. Ji ber ku biryara her duyan jî şertgirî biryara Îranê ye.
Beriya îmzekirinê, li ser asta ewlehî û leşkerî gelek civîn di navbera Iraq û hikumeta Şamê de li dar ketin. Herî dawîn di Nîsanê de li Şamê civîn hat lidarxistin.
Li gorî El Siwêd, taktîkên Îranê û hikumeta Şamê bi ser ketin û wiha domand: "Li şûna rêbazê fişara şeklî ji aliyê dewletên Ereban ên ku neçar in bi hikumeta Şamê re normalize bikin, gav tên avêtin. Wisa xuya dikin ku El Esed hikumeteke xwedî pîvan bi rê ve dibe ku dikare lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî têkoşîna li dijî sûcan û terorê îmze bike."
Di gelek raporên çapemeniyê de tê destnîşankirin ku Sûriye bûye jêdera herî mezin a keptagonê. Li gorî daneyên hikumeta Brîtanyayê, Sûriye nêzî ji sedî 80 ji berhema cîhanî ya keptagonê hildiberîne.
Çavdêran, îmzekirina lihevkirinê bi însiyatîfa erebî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ve girê da û destnîşan kir ku berdewama hin bendên însiyatîfê ye.
Têkildarî wê, El Siwêd got: "Vexwendina El Esed ji bo ku tev li lûtkeya Erebî bibe, hebûna komîteya peywendiya Erebî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bê wate, dihêle. Normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re dê berdewam bike." ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.