- Nora Merîno: Ez Kurdî di nava çend mehan de fêr bûm xwe baş îfade bikim. Bi saya malbatên welatparêz, stran û Zarok TV´yê hîn bûm.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêber Apo li ber Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasbourg ê Franseyê roja pêncşemê bi dawî bû. 28ʼê mehê ciwanên enternasyonalîst jî beşdar bûbûn û di fînalê de cih girtibûn. Di dema çalakiyê de dîmenên rengîn hebûn. Ciwanên enternasyonalîst ên bi Kurdî stran digotin û govend digerandin, li gorî naverokê gotinên gelekî giranbuha gotin. Yek ji xwediyê wan gotin û helwêstên hêja, ciwana bi navê Nora Merîno bû.
Nora Merîno jineke ciwan a Katalan e. Dema berxwedana Kobanê, têkoşîna Kurdan dibihîse. Ji bo piştgiriya Kobanê li Barcelona tevlî çalakiyan dibe. Dûre jî Kurd nas kirin. Ew fêrî Kurdî bû. Çû Rojava û şahîdiya Şoreşê kir. Nora Merîno niha li Ewrûpayê di nava xebatên ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdan de cih digire. Nora Merîno di dema çalakiya li Strasbourgê de binêrin çawa qala xwe û ziman-çanda Kurdî dike.
"Yek ji tiştên herî xweşik û girîng min di jiyana xwe de kirî, fêrbûna zimanê Kurdî ye. Ji ber ku ez dema fêrî Kurdî dibûm, min wisa his dikir ku mejiyê min berfireh dibe. Yanî ez zimanekî fêr dibûm û di heman demê de ez felsefeyekê fêr dibûm. Ziman ne tiştekî vala ye, naveroka xwe heye. Zimanekî ewqasî kevin weke zimanê Kurdî nêrîna min li ser jiyan û cîhanê jî guhert. Ez bi salan Ingilîzî li dibistanan fêr bûm lê min nikarîbû xwe baş îfade bikim, lê ez Kurdî di nava çend mehan de fêr bûm xwe baş îfade dikim. Bi saya malbatên welatparêz, stran û Zarok TV´yê hîn bûm. Ez ji çanda Kurdî pirr hez dikim, pirr zindî û kollektîf e, ruhê hevaltiyê tê de heye. Di govenda Kurdî de jî ev heye. Govend jî zimanek e. Berî ez hînî Kurdî bibim, ez fêrî govendê bûm û hingê wexta min nikarîbû biaxivim, bi govendê min his dikir ez bi hevalan re têkiliyê datînim. Yanî govenda Kurdî ewqasî hêz dide mirov û dema govendê digerînim, mîna hevokan e." NAVENDA NÛÇEYAN