Kurdan Robert Jarowoy bi bîr anî

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 11 Cotmeh 2020 - 23:00

Dostê 40 salan ê Kurdan Robert Jarowoy li bajarê Elmanyayê Hamburgê hat bibîranîn. 21ʼê Îlona bihurê Jarowoy ji ber pençeşêrê wefat kiribû.
Ji ber pîvanên xwejihevdûrkirina fizîkî yên ji ber şewba Koronayê, tenê qederê 150 kesan karî şemiya bihurî li Fabrik a li semta Altona, Robert Jarowoyî bi bîr bînin. Bi axaftinan berhemên jiyana Robert hatin bibîrxistin û Hozan Aydin jî bi muzîka xwe ya Kurdî û stranên berxwedanê Robert bi bîr anî.
Xwişka wî Maria Joroway, birayê xwe weke birayê mezin ê ku fikrên lîstikê danê, bi henekên xwe ew kenandî, di ciwaniya xwe de jê re bûyî mamosteyekî marksîst, û paşê ew bi utopyayên anarşîst dewlemend kirî, bi bîr anî.
Wê got, di destpêka salên 1970ʼyê de bi tevgera 2ʼyê Hezîranê, Jarowoy siyasî çalak bûye. Ji bo vê angajmana xwe jî ew di 21 saliya xwe de ketiye hepsê û 5 salan di hepsê de maye.
Robert Jarowoy wê tevî hevala xwe Beate Reiß heta dawiya jiyana xwe li semta Altona bimana, lê têbikoşiyana. Herduyan jî baweriya xwe pê anîbû ku divê mirov li cihê xwe xwe bi rêxistin bikin, da ku geşedana semtê li gorî prensîpên demokratîk, adil û civakî diyar bikin.
Robert und Beate li herêmê mirovên pêşî bûn ku bi tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re peywendî danîn û ji salên 1980ʼyî ve di Kurdistan-Solidarität (Piştgiriya Kurdistanê) de cihê xwe girtin û ji wan re Dostên miletê Kurd hat gotin. Ew di Newroza 1992ʼyan bi heyetekê çûn Bakurê Kurdistanê.
Ew herdu sala 1991ʼê bi komek mirov re çûbûn Beqaayê jî, li Akademiya Mahsum Korkmaz wan Rêber Apo û şoreşgerên kurd jî nas kirin.
Parlamentera Partiya Çep li Parlamena eyaletê ya Hamburgê Cansu Ozdemir, ev bi bîr xist û, got, Robert têkoşîna miletê Kurd bi gelekan da nasîn.

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.