Li Elmanyayê ji ber pandemiyê gelek rûniştinên dozan hatin betalkirin. Lê belê rûniştinên di dozên ji ber xala qanûna ceza ya Elman ya 129b de wê Sibatê dewam bikin. Ji ber 129b´yê 9 siyasetvan û çalakgerên Kurd tên dadgehkirin.
Buroya Hiqûqê Azadî ya ku navenda wê li bajarê Elmanyayê Kolnê ye, daxuyaniyek nivîskî li ser rewşa van dozan da. Wê got, ji ber pandemiya Covid-19´ê li gelek bajaran dadgehkirin û rûniştinên dozan hatine betalkirin, lê dozên li Kurdan hatine vekirin dewam dikin.
Wê got, li Stuttgart û Koblenzê 8 Kurd tên dadgehkirin. Azadî got, ev dozên ku weke dozên PKK´ê tên nasîn wê Sibatê dewam bikin. Ji nava van ya muhim jî ya li Stuttgartê ye ku tê de 5 Kurd tên dadgehkirin.
Li Stuttgart-Stammheimê, ji Nîsana 2019´an ve li Dadgeha Bilind a Eyaletê Veysel S., Agit K., Ozkan T., Cihan A. û Evrim A. tên dadgehkirin. Rûniştina doza wan wê 4, 5, 11 û 12´ê Sibatê pêk bên. Di dozê de 3 kes girtî du kes berdayî tên dadgehkirin.
Doza li dijî çalakgerê Kurd Kamuran Yekta V. jî wê bi rûniştinên 2, 3, 9, 10, 16, 17, 23 û 24´ê Sibatê dewam bike.
Çalakgerên Kurd Gökmen Ç. û Huseyin A. jî li Koblenzê tên dadgehkirin. Rûniştinên doza li dijî Huseyin A. wê 4, 5, 10, 11, 12, 18 û 19´ê Sibatê pêk bên. Rûniştina biryarê ya doza li dijî Gokmen Ç. jî 9´ê Sibatê pêk tê.
Buroya Hiqûqê ya Azadî wekî din got, halê hazir 11 çalakger û siyasetvanên Kurd li Elmanyayê rehîngirtî ne.
KOLN