Kovara Jineolojî 11 salî ye

Nûçeyên Jin

Sêşem 24 Adar 2026 - 16:00

  • Vekirina rûpelên pirtûkek ku hê nû ji çapxaneyê derketiye, mîna vekirina deriyên dinyayek nû kelecanê dide. Hêza ramanê ya ku di pêvajoya kedek kolektîf re derbas dibe û dighê ber destê me, nîşan dide. Deng û bêhna rûpelên ku em bi destên xwe diqelêbin û hevokên ku em dixwînin, di dinyaya me ya wateyê de dinizile û dibe wesîleya vejîna ramanên nû.

Nîşaneya çarçoveyek afirîner e ev pêvajo. Niha, serdem hatiye guhertin. Pirtûk, kovar, her ku diçe bala derdorek tengtir dikşîne. Malperên înternetê cihê çapxaneyan digirin. Di şûna nivîsên dirêj de, nivîsên kin çêtir tên dîtin. Parvekirinên twitterê ku bi 144 karakteran tê sînorkirin, parvekirinên facebookê ku ji çend çarîkan derbas nake, tebîetên xwendin û nivîsandinê diguherînin. Li aliyê din, pîvanên hişk ên hem di qada zanistî hem jî wêjeyî de ne, bêyî ku biguherin berdewam dikin. Em di serdemek wisa de ne ku avakirin û parvekirina ramanên zanistî wek karê herkesî nayê dîtin, bi nasnav û fonan ve tê girêdan. Gihîştina weşanxane, hakem û edîtorên navdar, avakirina ramanê û parvekirina wê di çînparêziyek hişk re derbas dike. Di vê serdemê de hejmara weşanên ku li hember pêlan avjenî dikin jî kêm nîne. Kovara Jineolojî yek ji vana ye.

Kovara Jineolojî bi nêzîkatiyeke nû ya ji bo forma weşangeriya zanistî, di pêşxistina zanist û zimanê jiyanê de bi şîrovekirina jinê bû qada vegotina kolektîfê. Di prensîba ku di şûna hêsankeriyê de watedar dike, dibêje di xwendin û nivîsandinê de û gihîştina agahiyê, şirovekirinê û avakirina vê agahiyê de mafê herkesî heye. Di vî mafî de îsrar kir. Kovara Jineolojî di 8’ê Adara sala 2016’an de hejmara yekem derxist. Em dikarin wek yek ji gavên stratejîk ên sazîbûna zanistiyê ya Jineolojiyê binirxînin. Ev 11 sal in ku 3 mehan carekê bi awayê periyodîk weşana xwe didomîne. Kovar, tevkarî dide pêşketina Jineolojiyê jî.

Di nav sala 2015’an de komeke biçûk a jinan, dest bi amadekariyên avakirina kovarê kir. Heta wê çaxê ji jinên ku di zîndanên Tirkan de dîl dihatin girtin bigre, heta jinên ji çar aliyê Kurdistanê heta Ewropayê, nîqaş dikirin. Mijara nîqaşan, Jineolojî ew ê çawa bê pêşxistin, çima pêdiviya jinan bi zanistiyê heye, zanistiya jinê dê çi bigre nav xwe bû. Vana bi rêya konferansan, semîneran, gotar û nameyan parve dikirin. Lê ji derveyî pirtûka Nîqaşên Jineolojiyê, pirtûka Destpêkirina Jineolojiyê ku di zîndanan de hatine derxistin û Kovara Demokratîk Modernîteyê ku di mijara Jineolojiyê de di hejmarek xwe de cîh veqetandiye, qanalek rastnivîsiyê ya ku nîqaş jê sûd bigirin tunebû. Fikra derxistina kovarek periyodîk, ji ber vê pêdiviyê derketibû holê. Armanc, derxistina weşanek ku dê bibe platforma nîqaşek ku dê li ser bingeha Jineolojiyê be bû.

Zimanê kovarê jî Tirkî bû. Lê hem di nîqaşan de hem jî di pêvajoya qebûlkirina nivîsan de pirzimanî esas hat girtin. Ji bilî derdorek teng, tecrube û xûyên jinan ên di kovarek zanistî de, kêm e. Bi vê hesasiyetê nêzikatî hat nîşandan. Heta ku ji destê wan hat, astengiyên ziman û çapa ziman kêm kirin. Armanc, her jinek bi metod û zimanê ku li gor dinyaya hest û ramanê xwe di kovarê de cîh bigre û tevkariyê bide avabûna jineolojiyê bû. Lewma jî pêwîst bû ku nehêlin standartên şiklî û pîvanên nirxandinê di nav nivîskarên kovarê de mesafeyek çêke. Hewl dan ku ji diyarkirina çarçoveya mijarê heta asta temamkirina nivîsê, bi nivîskaran re di nav parvekirinekê de bin. Ev hem ji bo ku kovar di nav têkiliyeke demokratîk-kolektîf de bipêş bikeve, hem jî destekdayîna ji bo pêvajoya nivîsê ya nivîskarên jin, pêwîst bû. Bi demê re zêdetir derket holê ku ev biryarek çiqas di cîh de ye. Hinek jin hene ku newêrin ji kovarek zanistî re, ne ku ji Kovarane Jineolojî re binivîsin hê jî hene. Her çiqas yên ku newêrin binvîsin hebin jî, akademîsyen, aktivîst, gerîlla, xwendekar, hunermend, karker, gundî, girtî ferq nekir, hemû jinan tevkarî dan vê qada vekirî û wiha teşe girt. Her jinek ku ji kovarê re dinvîse, tevlî pêvajoya zêdetir naskirin û famkirina dinyaya hevdû ya ji kûr ve, dibe. Berpirsyariya xwedî gotina di pêşketina zanista jinê de, ji aliyê hemûyan ve bi hev re tê hilgirtin.

Kovara Jineolojî ne kovareke ku di nav paradîgmaya pozîtivîst de sazî bûye û di nav qada nivîsariya zanistî de pêşbazî dike. Bîrdoziya serdest a di zanistiyên civakî de aşkera dike, ji ramanên cuda re jî vekiriye. Polîtîkayek weşanê ya ku vê yekê diparêze dişopîne. Desteyek weşanê heye, vê polîtîkaya weşanê diyar dike.

Ji gelek jinan re hat pêşniyarkirin ku di ekîba edîtorî ya kovarê de yan jî desteya weşanê de cîh bigirin, fikirên bi vî rengîbi wan re hatin parvekirin. Nîqaşa bi her jinek re, veguherî bingehek parvekirinê ku giyanê Jineolojiyê û pozîtîvîzm û oryantalîzm hesab ji hev bipirsin. Di vê bingehê de hewldana rizgarbûna ji planên pozîtîvîzmê, bû şertê bingehîn ê ji bo girtina di koma edîtoran de.

Yek ji navên ku di navnasa wê de cîh digre jî, xwe bi nasnavên akademîk dernaxe pêş. Ji ber ku sernavên akademîk bêtecrubetiya me ya ku em çawa dikarin têgihiştin, ziman û rêbaza xwe ya zanistî bipêş bixin, telafî nakin.

Li gor pêdiviyê di serdemên cuda de hejmarên taybet jî hatin weşandin. Hejmarên taybet ên bi sernavên wekî Amûra Ji bo Qirkirina Civakê: Pandemî û Rêwîtiya Heqîqetê ya bi Nagihan re ku ji nivîsên Nagihan Akarsel ên di kovarê de ji aliyê wê ve hatine nivîsandin pêk tê, hatin weşandin. Her wiha bi bijarteyên taybet ên ku di hinek serdeman de bi zimanên cuda hatine amadekirin, hewl dide xwe bighîne zêdetir jinan. Heta niha dem bi dem bi zimanên Erebî, Farisî, Kurmancî, Soranî, Îngilizî jî hat ber destê xwendevanan. Hejmarên berê, di ser malpera webê ya  www.JineolojîKovara.com re ji bo xwendinê vekir, ev jî dibe sedem ku zêdetir kes bixwînin.

Dema em rêya ku kovarê ji pêvajoya avabûna xwe heta niha derbas kiriye dişopînin, em jinerjiyek mezin dibînin. Bi vê jinerjiyê re hewl dide ku di serdemên herî tund ên faşîzmê de jî mercên xebatê ava bike, digel derfetên kêm ên aborî dîsa jî di çapa li ser kaxez de israr dike, di navgîna ku tê de ye analîza mercên serdemê dike, hewl dide bibe bersiv û bi nîqaşên ramanî, asoyek veke Kovara Jineolojî. Em bi kelecanek mezin li bendê ne ku Kovara Jineolojî ya di şûna qalibên teng ên heyî yên kovara zanistî-akademîk de destê xwe dide ser birîna pirsgirêka azadiya jinan, ji dinyaya hest û wateyê ya jinan sûd digre û bi vê dinyayê re temas dike, bi hejmarên nû bi me re be.

KOVARA JINEOLOJIYÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.