Li bajarê Winterthur ê Kantona Zurîch a Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate vekirin. Vekirina NCDK a li Winterthurê êdî xizmetê wê bide 200 malbatên kurd ên li deverê.
Avahiya komeleya NCDK li navnîşana Ashale-Oberer Deutweg 4, 8400 Wintherthur wê ji bo koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî bibe navendek.
Hevserokê NCDK a Winterthurê Îbrahîm Guner silav li haziran kir û got, "Girîngiya meclîsê di warê parastina destketiyên encama keda mezin, careke din derketiye holê. Vekirina avahiya komeleya me ji bo me pirr girîng û watedar e. Ji ber ku rê dide gelê me û dostên me yên şoreşger li gorî çanda xwe, xwe îfade bikin û bersivê bidin pêdiviyên xwe."
Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş jî bal bire ser êrişên dagirkerî û komkujiyê yên li Kurdistanê û got: "Bi hişmendiya welatparêziyê li ku dibe bila bibe, em ê xwedî li destketiyên gelê Kurd derkevin û li dijî êrişan biparêzin.”
ANF/WINTHERTHUR