Dayika bi navê Fadîle Durmuş a 65 salî a ku bi eslê xwe ji gundê Pîroza ya navçeya Şirnexê Elkê ye. Hê zarok, malbata wê ew bi zorê zewicandiye.
Fadîle ji zaroktiya xwe ve dengbêjiyê dike. Fadîle, anî ziman ku dema ew zarok bûye dayika wê jî dengbêj bûye û ew dengbêjiyê ji dayika xwe elimiye û got: “Dema ez zarok bûm dayika min û malbata min hemû kom dibûn û kilam digotin. Dema wan distirand, ez dielimîm dengbêjiyê. Dayika min wan dema diçû dawetan, dema dixebitîn û bêrîvanî dikirin tim kilam digotin. Dema dibû şev, bi kesên ku denbêjî dikirin û distirandin, şevên me gelek xweş derbas dibû.”
Fadîle ji nemane vê çandê gazinan dike, “Çanda dengbêjiyê, me Kurdan li ser nigan digire. Ji ber ku em Kurd êş, elem, xweşî û şahiyê hemûyan bi dengbêjiyê vedibêjin. Min jî kilamên ku ji dayika xwe dibihîstin, dubare dikirin. Niha tu kes xwedî li çanda dengbêjiyê dernakeve. Lê divê em çanda xwe biparêzin. Ez êdî wek berê zêde dengbêjiyê nakim. Ez niha jî li zozanên Elkê koçeriyê dikim. Li vê derê ji ber ku ceyran nîne, em êvaran kom dibin û kesên zanin, distirên.”
Fadîle dixwaze nifşê nû jî fêrî dengbêjiyê bê kirin: “Bila her kes xwedî li çanda dengbêjiyê derkeve. Ji ber ku çand mirovan li ser nigan digire û hebûna me Kurdan nîşan dide. Tinebûna çandê tinebûna Kurdan e. Divê em dengbêjiyê fêrî ciwanên xwe jî bikin.”

JINNEWS/ŞIRNEX