KJAR: Bêçareyî şîddetê diafirîne

Nûçeyên Jin

Sêşem 26 Gulan 2020 - 18:50

Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê di navbera 2 û 4’ê Nîsanê de bi slogana ”Bi rêxistiniya jinên Rojhilat em dikarin neteweya demokratîk ava bikin” KJAR’ê encamnameya kongreya xwe ya 3’emîn eşkere kir.

KJAR di encamnameyê de bi bîr dixe ku çarê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo kar û xebatên xwe yên kongreyê bi serketî temam kirine û got, “Kongreya me bûyerên siyasî û têkoşîna li Rojhilata Navîn, li ser xeta moderniteya demokratîk bi pir alî nirxandiye… li Îranê li dijî xwestekên gelan ên demokratîk bi taybetî jî yên jinan bi kûrkirina  şovenîzma rejîma dagirker êrişên çêbûne hatin nirxandin û polîtîkayên rejîma Tirkiyeyê yên li ser gelên Kurd weke qirkirin hatiye destnîşankirin. Kongreya me, sedemên dîrokî û rojane yên ku rê li ber vê rewşê vekirî bi kûrahî lêpirsîn kiriye û diyar kiriye ku nêzîkatiya rast û çareserker pêwîste çawa bibe. Li gorî vê tespîtê diyar kiriye ku nêzîkatiya olperest, zayendperest, zanistperest û milliyetgirî li şûna çareseriyê bêçarêserî û şîddetê diafirîne. Lewra kongreya me ya sêyemîn diyar kiriye ku li gor serdema şaristaniya demokratîk tenê dikarin bingeha şoreşa zihnî û ronakbirî de di xeta yekitî û guhertina demokratîk de pirsgirekan çareser bikin.

Ji bo tevahî civakê

Tevgera me tenê tevgera rizgariya jinan nîne di heman demê de tevgera rizgariya hemû civakê ye. Ji bo ku em civakê bi nirxên azadî, wekhevî, ekolojîk, demokrasî, etik-estetîk ve ji nû ve ava bikin em xebat dimeşînin. Di vê wateyê de tevgera jinên azad ên Kurd KJAR,  têkoşîna avakirina jiyana azad bi awayeke bê eman bi biryardarî, îddia û jixwebawer wê pêşengtiya jin û militaniya wê bike, ev îddiaya xwe di kongreyê de dûbare kiriye.

Kongreya me ji hêla polîtîk û pratîk ve di her qadê de ji bo kar bimeşîne biryarên berfireh girtin. Di dawiya kongreyê de desteya rêveberiyê hatiye hilbijartin û bi vî awayî ji bo sistema xwe bigihijînê paşerojê bi biryar tevgeriyaye û bi vî awayî jî sonda xwe dûbare kiriye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.