Jiyana wê bi Ocalan guherî

Nûçeyên Jin

Çarşem 10 Hezîran 2020 - 14:44

  • Alessandra Battistoni: Xweziya siyasetvanên welatê min jî xwedî fikrên mirovan rohnî bikin ên mîna Ocalan bûna. Piştî ku min Ocalan xwend, êdî ez xwe weke keseke tenê ji welatê xwe nabînim. Bi ya min, piştgiriya ji bo miletê Kurd, piştgiriya ji demokrasî û azadiya li temamê dinyayê ye.

DÎREN DÎCLE ERDEN
LONDON

Sêwirînera Îtalî Alessandra Battistoni ji bo ku dostaniya xwe bi miletê Kurd re xurt bike, bû hevmalê malbateke Kurd. Alessandra Battistoni bi xêra keça xwe ya derhêner Benedetta Argentieri Kurd û fikrên Rêber Apo nas kiribûn.
Alessandra Battistoni dîzayna pêlavan dike. 15 salan jî li cem atolyeyeke navdar a Îtalî ya çêkirina pêlavan kar kiriye. Ji çend salan û vir ve jî li Londonê li cem fîrmayeke taybet karê xwe dewam dike. Ew heyranê Ocalan e. Wê fikrên Ocalan jî bi xêra keça xwe ya derhêner û rojnamevan Benedetta Argentieri nas kirine. Ew ji bo belgefilmên xwe demeke dirêj li Rojava ma û di encamê de bi navê “Şerê me” û “Ez şoreş im” du belgefilm çêkirin.

Tevgera Kurd cihê min e
Vê elaqeya keça wê û herdu belgefilmên wê kir ku bala Alessandra Battissoni biçe ser Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdan nas bike. Piştre wê hem xwest Kurdan nas bike, hem Rêber Apo. Ew hem kitêbên Abdullah Ocalan û hem jî yên Murray Boockhin dixwîne.
Van fikran û nexasim ên Rêber Apo tesîrê lê dikin: “Fikrên Ocalan ên li ser aboriya ekolojîk, demokrasiya yekser, îdeolojiya rizgariya jinê û Konfederalîzma Demokratîk ez heyranî xwe kirim. Piştî wê min got, Tevgera Kurd cihê min e, û min di nava têkoşînê û piştgiriyê de cihê xwe girt.
Ew dibêje, “xweziya siyasetvanên welatê min jî xwedî fikrên mirovan rohnî bikin ên mîna Ocalan bûna. Ez gelekî ji vê felsefeyê bawer dikim. Ya rastî piştî ku min Ocalan xwend, êdî ez xwe weke keseke tenê ji welatê xwe nabînim. Bi ya min, piştgiriya ji bo miletê Kurd, piştgiriya ji demokrasî û azadiya li temamê dinayayê ye.”

Di piştgiriya Kurdistanê de texsîr nekin
Wê di organîzasyona nîşandana belgefilma keça xwe “Ez şoreş im” li navenda Çanda Îtalî ya li Londonê de cihê xwe girt. Pê re jî Meclîsa Jinan a Roj nas dike. Piştre êdî ew diçe çalakiyên Kurdan û di karê piştgiriyê de texsîr nake. Herî dawî jî di Kampanyaya Hevmaliyê ya Heyva Sor de hem dibe hevmalê malbatekê û hem jî ji bo kampanya belavtir bibe, dixebite: “Bi ya min kampanyaya hevmaliyê bi xêr e. Divê bêhtir mirov beşdarî bibin. Ez hevmalê malbateke li Tirkiyeyê me û hez dikim ku zanibe, ne tenê ye.”
Ew herî dawî ji bo piştgiriyê jî vê bangê dike: “Ez bang li miletan hemûyan dikim. Li Kurdistanê bibin hevmalê malbatekê û di vê dema zehmet de ji Kurdistanê re bibin pişt, di piştgiriyê de texsîr nekin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.