Rêveberiya Asayîşa Raperîn bi daxuyaniyekê ragihand ku cenazeyê jina bi navê Naske Qadir Pîrot a li bajarê Çarqurne ya ser bi navçeya Ranye, di 13 Mijdara 2022’yan de winda bûbû, hatiye dîtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ji bo çarenûsa Naske em ketin nava liv û tevgerê, di encama lêkolînan de di 23´yê Mijdara 2022’yan de cenazeyek li nêzî Çemê Zêya Piçûk hate dîtin. Bi biryara dadwer, gelek kes li ser bûyerê hatine girtin, yek ji kesên di nezaretê de li sûcê xwe mikur hat, got, wî ev sûc kiriye. Lêkolîna derbarê bûyerê de hîna jî dewam dike.”
ROJNEWS / RAPERÎN