Jinên bajarê Reqayê gotin ku dewleta Tirk ji pêşketin û çalakiyên jinan ên di qada siyasî de ditirse û ji bo xwe xeteriyeke mezin dibîne. Her wiha gotin, Leyla Guven sembola vîna jina azad e.
Desthilata dewleta Tirk 22 sal cezayê girtîgehê li parlementera HDP`ê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)Leyla Guven birî, vê yekê hêrsa jinan li seranserî cîhanê rakir.
Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Îtîmad Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk lewazkirina jinan û sînordarkirina beşdariya wan ji karê siyasî û şikandina vîna jinan re ye. Dewleta Tirk ji çalakî û pêşketina jinên Kurd ên di qada siyasî de ditirse, isbata vê yekê jî şehîdxistina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef e.
Endama Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Emîna Hemdan bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî û got, “Em hemû Leyla Guven in, em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin, her çiqas binpêkirin zêde bibin dê asta têkoşînê bilindtir bibe."
ANHA/REQA