Ji gelek bajarên Ewrûpayê bi boneya 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, ji jinên di hepsên dewleta Tirk re kartên posteyê şandin. 

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li bajarên wê Munchen, Offenbach, Hildesheim û li paytexta Ingilîstanê Londonê û gelek navendên din ên Ewrûpayê, jinan ji bo piştgiriyê kart ji jinên dîl re şandin. Li Munchenê Meclîsa Jinan a Sara û Offenes Frauentreffenê, li Berlînê Meclîsa Jinan Destan, li Offenbachê Meclîsa Jinan a Sara û li Hildesheimê Komuna Jinan a Meryem, ji jinên dîl re bi boneya 8´ê Adarê kartên posteyê bi armanca piştgiriyê şandin.

Li ser kartan hat nivîsîn, “Hûn li pişt bergehên hesinî û dîwarên kevirî jî bin, em dixwazin xwe bigihînin we. Em dixwazin mizgîniyê bidin we; hûn ne tenê ne, em her roj zêde dibin, her kes hez hez ji we dike û bêriya we dike. Em ji welatekî dûr û sar silavên jinên bi hizrên weke dilê wan germ dişînin.”

Li Londonê jî li ser banga Înîsiyatîfa Jinan a Londonê li ber postexaneya Bruce Grove jin kom bûn. Bi boneya 8´ê Adarê bi şîara “Li dijî qirkirina jinan, dema parastina jin û civaka azad e” ji jinên dîl re û nexasim ji Aysel Tugluk, Gulten Kişanak û Figen Yuksedag re kartên piştgiriyê hatin şandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN