Kongreya Yekê ya Jinên Ciwan ên Êzîdî di salvegera 26´an a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) de 30´ê Hezîranê bi rê ve çû. Di Kongreyê de Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hat damezrandin û destûra wê hat erê kirin. 

Sîstema Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê ji komîn, meclîs û komîteyên weke, xweparastin, perwerde, aborî, spor, tendirustî, çand û huner, ragihandin û xwendekaran pêk tê.

Di dawiyê de destûra navxweyî hat diyarkirin. Di vê destûrê de sîstema yekîtiyê ya ji komîn, meclîs û komîteyên weke, xweparastin, perwerde, aborî, spor, tendirustî, çand û huner, ragihandin û xwendekaran tê qebûl kirin. Yekîtî YJŞ´ê weke hêza xwe ya parastinêî qebûl dike û ji xwe re dike hedef ku ji bo çareserkirina pirskirekên jinên ciwan xwe bi rêxistin bike û xebatan bi pêş bixe.

Piştre jî ala Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hat hilbijartin.

Hala Xidir, Sara Botan, Felek Elî jî wek Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hatin hilbijartin.

ROJNEWS/ŞENGAL