- Di salvegera duyan a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî de ku ji alî rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin jinan qetilkirina Jîna şermezar kirin û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî slav kirin. Di çalakiyê de hate gotin,’’Têkoşîna jinan a li dijî rejîmên paşverû her ku diçe mezin dibe. Şoreşa me ya jinan ji Îranê heta Amedê berfireh dibe. Dengê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi yek dengî bilind dibe. ‘’
Jinên Amedî bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji bo duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ji ber Edliyeya Amedê heta Qada Şêx Seîd meşiyan. Nûnerên gelek sazî, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr, Dayikên Aştiyê, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren û gelek jin beşdarî meşê bûn.
Çalakgeran wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de hat windakirin û di 8'ê Îlonê de cenazeyê wê hat dîtin hilgirtin û dirûşmeyên “Neparêze, bidarizîne”, "Peymana Stenbolê dide jiyîn”, "Ji Jîna Emînî heta Narînê em kujeran nas dikin” û dovîzên "Me nivîsand, em ê pêk bînin" hilgirtin.
Dorpêça polîsan hate şikandin
Polîsên Tirk pêşî meş asteng kirin û dora çalakgeran pêçan. Jinan bi tilîliyan, çepikan û berzkirina dirûşmeyên “Bendê deynin pêşiya kujeran, "Bijî berxwedana Jinan", "Jin, Jiyan, Azadî", "Zilam lê dide, dewlet diparêze", "Ji jinên berxwedêr ên Rojhilat re hezar silav” û “Hesabê Narîn wê bê pirsîn” bertek nîşan da.
Jîna bûye sembolek
Jin bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hatin qada Şêx Sêîd û li vir daxuyanî dan. Berdevka DAKAP’ê Fîlîz Kaydû daxuyaniya hevpar da. Fîlîz Kaydû da xuyakirin ku di merasîma cenazeyê Jîna Emînî de civakê bi taybetî jinên Kurd bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" dengê xwe yê berxwedanê li dijî rejîma paşverû ya Îranê bilind kirin û got: “Jîna Emînî bûye sembola çalakiyên li her derê berfireh bûye. Tirsa wan a ji birêxistinkirina nasnameya jina azad roj bi roj mezin dibe.”
Em ê hesabê Jîna bipirsin
Fîlîz Kaydû anî ziman ku rojeva wan herî girîng berxwedana jinê ya bênavber têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û wiha berdewam kir: “Em ê hesap ji kujerên Jîna Emînî qetil kirin û yên ku biryara darvekirinê dane çalakvanan bipirsin. Ji bo hesab ji kujerên jinan bipirsin û edaletê pêk bînin em li kolanan in.”
Em li berxwedanê rawestiyane
Herî dawî Fîlîz Kaydû got, “Têkoşîna jinan a li dijî rejîmên paşverû her ku diçe mezin dibe. Şoreşa me ya jinan ji Îranê heta Amedê berfireh dibe. Dengê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi yek dengî bilind dibe. Em di berxwedanê de bi biryar in.”
Her wiha li Îdir, Riha, Wan, Şirnex Êlihê jî Serhildana Jin, Jiyan, Azadî hate slavkirin.
Jîna bûye qêrîna dadê
Li Îdirê jin heta bi Bîrdariya Mûsa Enter a li Kolana Cumhuriyetê meşiyan. Girse di dema meşê de gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û pankarta “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narîn li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in” vekirin.
Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Kezban Karasu Tanca di çalakiyê de axivî û got: “Qetilkirina bi zalimane ya Jîna Emînî veguheriye qîrîna edaletê ya bi mîlyonan jinên li tevahiya cîhanê ku rûbirûyê zilmê tên.”
Jin bêdeng namînin
Li Rihayê Aktivîstên Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmên Jin, Jiyan, Azadî qetilkirin Jîna şermezar kirin. Di peyaman de hate gotin jin li dijî tundî û komkujiyan wê bêdeng nemînin.
Berxwedana Jîna kete dîrokê
Li Wan, Şirnex û Êlihê jî jinên ku hatin cem hev, qetilkirina Jîna şermezar kirin û peyam dan ku jinên Kurd ji bo wekheviya zayendî têdikoşin û di lêgerîna azadî û edaletê de roleke girîng dilîzi û gotin,’’ Ev têkoşîn ne tenê li Îranê ye. Berxwedana Jîna Emînî weke parçeyek ji vê têkoşîna mezin ketiye dîrokê."
ANF