Jin, jiyan, azadî bûye cîhanî

Nûçeyên Jin

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:34

  • Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ji bo salvegera duyan a Serhildana Jin, Jiyan, Azadî daxuyaniyek da. HPJ’ê diyar kir serhildana jin, jiyan, azadî felsefeya jiyana azad e, bûye xwedî nasnameyeke gerdûnî û şoreşeke stratejîk e ji bo wan. HPJ’ê her wiha bang li jinan kir liv ê şoreşê xwedî derkevin.

HPJ’ê di daxuyaniyê de anî ser zimên desthilatdariya pergala mêrsalar bi hemû hêz û derfetê her tim xwestiye ku ji her alî ve çavkaniya jiyanê û heqîqeta mirovahî tine bike û jinan bike koleyên dildar, li dijî vê di hemû qonaxên dîrokê de jin li dijî vê pergalê têkoşiyane. 
Di daxuyaniyê bi berdewamî rola Rêber Apo a li ser felsefeya ‘’Jin,jiyan, azadî’’ hate bibîrxistin û hate gotin,’’Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe yê bê emsal li hember dîrok, civak û bi taybet jî li hember jin mêzekirinekî wisa ava kir ku bi ronîbûna dîroka jin ku di tarîtiyê de hatibû hiştin, civak roj bi roj nêzî rastiyê xwe dibe û heqîqeta jiyanê carekî din serweriyê xwe bi dest dixe. Rêber Apo vê herîkînê wek ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanî kir. ‘’

Felsefeya jiyana nû ya azad e
HPJ’ê diyar kir ‘’jin, jiyan, azadî’’ felsefeya jiyana nû ya azad e, ji ber vê beriya bi 2 salan dema ku jina Kurd Jîna Emînî ji alî rejîma Îranê ya dagirker ve hate qetilkirin bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê civak rabû serhildanan û bi dirûşma jin, jiyan, azadî li hemberî rejîma qirker a Îranê û giştî ya sîstema mêrsalar sekinî û hesab pirsî.’’

Li cîhanê berbelav bû
HPJ’ê got,’’Ev serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş ketin roj bi roj geştir bûn, hîn bêtir bi rêxistin bûn û di giştî cihanê de berbelav bûn. Bi pêşketinê pêvajoyê re edî wisa lê hat ku giştî cihan di pêşengiya jinan de bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li dijî sîtema mêrsalar dînamîzmekî çalakiyan ava kir û di dîrokê de cara yekem felsefeyekî sînorên netew, ol, bawerî, çand û hwd. derbas kir û giştî mirovahî girte hindirê xwe.’’

Ev şoreş stratejîk e
Têkilî salvegera duyan a serhildana jin, jiyan, azadî HPJ’ê her wiha got,’’Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi wate û rastiyên pir kur barkirî ye. Ev şoreş dînamîkekî heta dawî stratejîk e û her pêngavê ku pêş dikeve jî di her milî de îdeolojîk e. Em dikarin bêjin ku jinên Kurd ji bo giştî jinan pêşengî kir, rastiya hovane ya sîstema mêrsalar raxist ber çavan û li hember vê sîstemê çalakiyên cûrbicûr pêk anî û bi berdewamî jî pêk tîne. Di van çalakiyan de sekna rêxistinî ku pêşket, daxwazên îdeolojîk ku hatin ziman û asta xwe parastinê ku derket holê carekî din nîşanî me da ku şoreşa Jin Jiyan Azadî şoreşeke pir milî ye û dijmin di her çar alî de tengav dike. ‘’

Divê jin xwedî li şoreşê derkevin
HPJ’ê dawiyê wiha got: ‘’Em HPJ dibêjin ku pêwîste hemû jin xwedî li destkeftiyên ku Rêber Apo ji bo şoreşa jin ava kiriye derkevin. Bi ruhek yekgirtî, bi rêxistibûnek xurt, bi hezkirinek mezin em xwedî li van demên şoreşê derkevin da ku serkeftin bi dest bixin.’’ ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.