Şandeyek jinan li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, daxwaznameyek radestî parlamentoya Iraqê kir. Di daxwaznameyê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin da ku êrişên dewleta Tirk rawestîne û hemû baregehên dewleta Tirk yên di nava Iraqê de, bigre.
Şandeyek jinên Başûrê Kurdistanê, ya ji dayîkên laçik spî, komîsyona jinên Tevgera Azadî û RJAK’ê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) serdana ofîsa parlamentoya Iraq ya bajarê Silêmaniyê kirin.
Şandeya jinan ji aliyê parlamenterên Iraqê Kawe Mihemed, Behar Mehmud û Rêzan Şêx Dilêr ve hatin pêşwazî kirin. Şandeya jinan daxwaznameya ku li ser dagirkeriya Tirk amadekirîn, radestî parlamenteran kirin.
SILÊMANÎ/ROJNEWS