Ji manşet û hejmaran wêdatir; ‘Nat a Target’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Cotmeh 2024 - 17:45

  • Hunermend Alice Pasquini ku bi xebatên xwe yên kuçeyan tê zanîn di van demên dawî de afirîneriya xwe ya hunerî ji bo cih û warên ku şer lê diqewimin bi kar tîne. Enstalasyona wê ya bi navê “Not a Target” ji Ûkrayna heta bi Sûdanê bi jiyana kesên ku şer li wan tesîrê kiriye dadikeve û serpêhatiya wan vedibêje.

Alice Pasquini bi piştevaniya Médecins Sans Frontières (Bijîşkên Sînornenas) û kovara Îtalyanî ya bi navê Internazionale portreyên mezin çêkirine û van portreyên xwe li meydana bajarê Ferrara yê Îtalyayê bi cih kirine.

Alice Pasquini portreyên xwe yên mezin ji ber parvekirinên Bijîşkên Sînornenas ku ji herêma şer parve kirine çêkirine. Bijîşkên Sînornenas li dinyayê li gelek welatan dixebitin da ku alîkariyê bi xelkê re bikin û birîna wan hindik be jî bikewînin. Hunermend Alice Pasquini jî ji van parvekirinên bijîşkan bandor bûye û serpêhatiyên wan bi rêya hunerê vedibêje.

Alice Pasquini ji bo portreyên xwe got; “Min xwest di demên herî tarî de jî hêz û şikestinên insanan bi awayekî dîtbarî nîşan bidim. Armanca min tenê ne ewe ku ez êşê nîşan bidim, di heman deme de dixwazim behsa hêviyê jî bikim û nîşan bidim bê ka xelkên ku zehmetî dikşînin xwedî vîneke bi çi rengî ne. Behsa manşet û hejmaran nakim, jê wêdetir dixwazim behsa hin hêlên insanî bikim.”

Ji xwe xebata wê ya bi navê “Not a Target” jî ji insanan dixwaze ku bêyî manşet û hejmaran li tiştan bihizirin. Li gor hunermendê huner jî gava bihêle xelk li hin hêlên din bifikire wê gavê dikare ji bilî tesîra xwe ya estetîk bibe rêyeke rastîn a afirandina tesîrê. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.