Ji jnên Meksîkayî ji bo 'Mafê Hêviyê' çalakî

Nûçeyên Jin

Sêşem 16 Îlon 2025 - 16:40

  • 35 jinên Meksîkayî ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re, bi armanca balkişandina ser mafê hêviyê di 15'ê Îlonê de dest bi çalakiyekê kirin ku 2 rojan dewam bike.

Jinên ku di çarçoveya pêngava Azadî ji Rêber Apo re beriya niha gelek kampanyayên îmzeyan lidar xistin, vê carê çalakiyeke hîn afirîner dan destpêkirin. Beşdaran hest û fikrên xwe yên li ser Rêber Apo bi gotinekê li kaxizekê nivîsîn û piştre jî ev gotin veguherandin helbesteke hevpar.

Jinan her wiha bi rêya qenalên ragihandinê yên tevgerên xwe, piştî nîvro bi daxwaznameyekê kampanya mailê dan destpêkirin.

Helbesta hevpar û daxwazname ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Meksîkayê, Konseya Ewropayê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re tê şandin.

Êvara Sêşemê jî bi beşdariya derdorên cuda kampanya tê berfirehkirin.

Ji çalakgeran 3 jinan helbesta amade kirin bi dîmenekî parve kirin. Çalakî wê sibeha 17'ê Îlonê bi dawî bibe.

Daxwaznameya ku ji saziyên fermî re tê şandin bi vî rengî ye:

"Ji xaka ku weke Meksîkayê tê zanîn.

15'ê Îlona 2025'an

Ji Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re.

Weke jinên li Meskîkayê têdikoşin, ji bo mafê hêviyê ji lîderê gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê naskirin û bê berdan em ji we daxwazê dikin.

Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û ji bo Abdullah Ocalan ji gelê xwe re tevlî lêgerîna çareseriyeke wekhev û siyasî bibe divê azad bibe, lewma em bi vê helbestê dengê xwe digihînin we." NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.