Yuksel Weßling jineke ji bajarê Elmanyayê Hannoverê ye, ew Tebaxa par çû welatê xwe Dêrsimê ji bo ku birayê xwe yê li ber mirinê bibîne. Gava Cotmehê xwest dîsa biçe Elmanyayê, destûra wê nehat dayîn û bi îdîaya terorîst e, doz lê hat vekirin. Yuksel Weßling ji xebatkarên berê ye di şaredariya Hannoverê bû di meseleyên pedagojiya civakî de. Ji ber ku wê Erdogan rexne kiriye, doza hanê lê hatiye vekirin. Niha 120 kesên ji Hannover û derdora wê, di nava wan de Şaredarêî Bajarê Mezin ê berê yê Hannoverê Herbert Schmalstieg û Serokwezîrê Niedersachsenê Stephan Weil jî hene. Ew dixwazin hikûmeta federal a Elman jî ji bo Yuksel karibe ji Tirkiyeyê derkeve, hewl bide. HANNOVER