Ji bo statuya Şengalê were naskirin Meşa Dirêj

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Tîrmeh 2020 - 15:03

  • Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê û Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kirin. Meş ji bo statuya Şengalê were naskirin ji Celle heta Hannoverê were lidarxistin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê û Navenda Çanda Êzidxanê NÇÊ her yekê ji wan bi daxuyaniyeke weşandin bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin da ku beşdarî meşê bibin. Meş ji bo naskirina statuya Şengalê tê kirin. Meşa dirêj li Elmanyayê ji bajarê Celle heta Hannoverê were li dar xistin.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin, ji bo xwedîderketina li Şengalê wê di 17-18’ê Tîrmehê de ji bajarê Celle heta bajarê Hannoverê yê Elmanyayê meşek pêk were. KCDK-E li ser armanca meşê û beşdarbûnê jî weha dibêje;
”Dewleta Tirk a dijminê baweriyên cuda, gelan, demokrasî û azadiya jinê ye, ji ber ku di van êrişên xwe de yên bi destê çeteyan kir negihîşt armanca xwe, vê carê bi artêşa xwe ya dagirker dest bi êriş û komkujiyan kir.
Hem bêdengiya welatên herêmê hem jî yên Ewrûpayê û dinyayê, bû sedem ku dewleta Tirk êrişê bibe ser Şengal, Başûr û Rojava.
Welatên Ewrûpayê, Parlamenta Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewrûpayê ku piştî komkujiyên çeteyên DAÎŞ‘ê yên li Şengalê daxuyanî dan, biryarên ku dan bi cih neanîn û bi bêdengiya xwe hêz dan dewleta Tirk a mêtinger ji bo êriş bike.
Bi navê KCDK-E’yê di serî civaka me ya Êzidî em bang li Kurdistaniyan, Tirkiyeyiyan, Asûr, Ermen, Elmanan dikin, bang li jin, zarok, extiyar, ciwan, demokrat, mirovên pêşverû û rewşenbîran dikin ku bi xurtî tevlî vê meşê bibin.”

Divê her kes beşdar bibe
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat meşê organîze dike.
Têkildarî mijarê Navenda Çanda Êzidxanê NÇÊ daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de bang li dewletên yekbûyî hate kirin ku Êzidiyan û Xweseriya Şengalê nas bikin.
NÇÊ’yê bal kişande ser êrîşên Tirk ên li ser Şengalê, Başûrê Kurdistanê û got, ”Li hemberî van êrişan em ê ti carî bêdeng nemînin.
Em NÇÊ jî piştgirtiya vê meşê dikin û bang li hemû Ezîdiyan -Kurdan û kesên demokrat ê derdora Hannover dikin ku tevlî vê meşê bibin ta ku statûya Şengalê were qebûl kirin û pêşî li fermanan were girtin.’’
Dengbêjên Êzdî jî bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna meşê kirin û bal kişandin ser zilm û zora xelkê Êzdî dîtî û girîngiya tifaq û hevgirtinê destnîşankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.