Ji bo Kurdî li mezûnên Tirkî digerin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Mijdar 2024 - 16:50

  • Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê têkildarî serlêdanên ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo serlêdanê divê hûn mezûnên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî bin.” 

Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di 11’ê cotmeha 2024’an de ji bo wergirtina hîndekaran daxuyaniyek da. Ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ku di bin sîwana Fakûlteya Fen Wêjeyê de ye, gelek şert hatin diyarkirin. Di daxuyaniya behsa xeberê de ji bo kesên dê bigirin “Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî” ev şert danî pêş: “Divê ji Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî lîsansa bilind a bitez kiribe an jî doktora hatibe kirin.”  

Namzetan diyar kirin ku ji ber şertên hatine destnîşankirin kesên derheqê kurdî de tu agahiyên wan nînin jî dê bikarin serlêdanê bikin û bi vê rewşê re jî keda xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya bi salan tune hatiye hesibandin. Serlêderan gotin ku ev rewş li dijî rêgeza wekheviyê ye û xwestin bê sererastkirin. Serlêderan anîn ziman ku ji bo edalet pêk bê divê rayedar vê rewşê dîsa binirxînin.  MÛŞ

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.