- 5 jin di Kooperatîfa Bêrîvan a Sewalkariyê de kar dikin.
Kooperatîfa Bêrîvan a Sewalkariyê 2018`an li gundê Cewheriyê yê navçeya Amûdê yê kantona Qamişloyê bi hevkariya 5 jinan hate vekirin. Her jinekê bi 250 hezar lîreyên Sûriyê beşdarî kooperatîfê bûne. Kooperatîfa hevkariyê ya kantona Qamişlo jî ji bo her seriyek pez milyonek û 250 hezar daye wan.
Ji jinên ku beşdarî Kooperatîfa Bêrîvan bûne Meha Mehmûd (50) beriya 18 salan dest bi xwedîkirina pez kiriye. Meha Mehmûd wiha behsa xwe dike: “Ez diya 8 zarokan im. Piştî hevserê min wefat kir ez hem bûm dê hem bûm bav. Ji bo ez karibim kulfetê xwe xwedî bikim, min pez xwedî dikir û piştî kooperatîfa li gund civîn bi şêniyên gund re çêkir, min û 4 jinan biryar da ku em xebatê berfirehtir bikin.’’
Derfetên kar
Jinên beşdarî kooperatîfê bûne debara xwe bi pez dikin. Sibeha zû pez dibin çêrê, paşê pez didoşin û difiroşin gundiyan.
Endama Rêveberiya Komîteya Kooperatîfan a Kantona Qamişlo Leyla Yusif got, armanca sereke ji vekirina vê kooperatîfê ew e ku derfetên kar ji jinan re peyda bibin.
ANHA/QAMIŞLO