Komeleya “Civaka ji bo miletên tehlûke li ser wan” (Gesellschaft fuer bedrohte Voelker e.V.) ji bo Hozan Canê daxuyaniyek da û ji hikûmeta Elman xwest ku ji bo serbestkirina welatiya xwe ya ku belesebeb dewleta Tirk ew avêtiye zindanê, hewl bide.
Doza li dijî Hozan Canê, piştî ku ji dadgeha bilind vegeriya, wê 6´ê Tebaxê yanî pêncşema li pêşiya me, li bajarê Tirkiyeyê Edîrneyê ji nû ve bi rê ve biçe. Bi vê rasthatinê, pisporê komeleyê yê Rojhilata Navîn Dr. Kamal Sido doh li bajarê Elmanyayê Goettingenê daxuyanî da û got, gunehbariyên dewleta Tirk ên li dijî Hozan Canê pûç in. Di dewamê de wî xwest wezîrê karê derve yê hikûmeta federal a Elman, Heiko Maas ji bo serbestkirina Hozan Canê hewl bide. Di heman daxuyaniyê de komeleyê ji hikûmeta Elman xwest, çawa ku daxwaza miletê Elman e jî, li dijî hikûmeta heyî ya Tirk bibe xwedî helwêsteke diyar a alîgirî mafê mirovan û hindikahiyan.
GOTTINGEN
Ji bo Hozan Canê hewl bidin