M. ZAHÎT EKÎNCÎ / FRANKFURT
Rojnameya me PolîtîkAzad li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi şevekê, bi xwînerên xwe re hat cem hev. Ev şeva piştgiriyê bi peyamên li ser rêûresma Çapameniya Azad û bernameyeke dewlemend a çandî bi rê ve çû. Li Stadthalle Bergenê xwînerên PolîtîkAzad û malbatên xwedî li rêûresma Çapemeniya Azad derdikevin, hazir bûn. Wêneyên şehîdên çapemeniya azad li holê hatin bicihkirin.
Em serpêhatiya xwe dibêjin
Li ser navê rojnameya me, berpirsiyarê weşanê, Luqman Guldivê got, “Rojnameya me beriya 28 salan dest bi weşanê kiribe jî, esas têkoşîna me 125 salî ye. Em ji rêûresma çêkirina zanîna xwe, vegotina xwe tên. Gava Mîqdad Mîdhet li Qahîreyê sala 1898´an hejmara pêşî a rojnameya Kurdistanê weşand jî, wî dabû ber xwe ku rêyên xwe gihandina zanînê nîşanî Kurdan bike. Kî zanînê çêke, kî agahiyê çêke, kî serpêhatî û çîrokê bibêje, ew heye û xwe ye. Têkoşîna me parçeyek ji vê têkoşîna 125 salan e. Deniz a li Mexmûrê şehîd bû, Nûjiyan e li Şengalê şehîd bû, Nagihan a li Silêmanî şehîd bû û Seyît ê li Rojava şehîd bû, hemû neferên wê têkoşînê bûn da ku gelê Kurd zanîna xwe çêke, serpêhatiya xwe bibêje. Em ê têkoşîna wan dewam bikin. Kêmasiyên me hene û ne kîm in. Ya herî mezin, zimanê Kurdî ye. Dîsa jî em yekane rojname ne ku rojane li ser kaxezê çap dibe. Ji ber wê piştgriya we ji bo me weke zêr e. Ji bo hebûna xwe û xwebûna xwe em vê piştgiriyê mezin bikin.”
Bi çapemeniya Kurd em ji nû ve hîn bûn
Serokê rûmetê yê HDP´ê Ertuğrul Kurkçu jî bal bire ser rêûresma çapemeniya azad a tevgera Kurd: “Yên ku ji vê rêûresmê tên, ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo ku Tirkan jî hişyar bikin, canê xwe xistin tehlûkê. Di serî de Özgür Gündem, Özgür Ülke, Apê Mûsa û şagirtên wî; ez şehîdên Çapemeniya Azad hemûyan bi rêz û rûmetê silav dikim. Çapemeniya Kurd id warê miletbûnê û xweîfadekirinê de bi roleke girîng rabû. Wê ji nû ve ruh bi miletê xwe anî, û di heman demê de derî li wê yekê vekir ku Tirkiye ji seriyekî heta seriyê din bê avakirin.”
Piştî axaftinan hunermend Ali Baran, Koma Rêya Heq, Gülseven Medar û Rotînda derketin ser dikê.