KAMRAN MÎRZAÎAN
STOCKHOLM

Kurdên Feylî yên beriya bi 41 salan ketibûn ber qirkirina rejîma Beesê ya Iraqê, li Stockholmê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. 

Merasîma bibîranînê pêr li paytexta Swêdê Stockholmê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) çêbû. Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad li wir axivî û got, pirsgirêka herî sereke ya Kurdên Feylî ew e ku heta roja îro jî nebûne xwedî rêxistineke baş û pêbawer.

Zeyneb Mûrad bal bire ser birêxistinbûna Şengalê ku bi hêzên xwe yên xweparastinê xwe ji her cûre êrişan diparêze û got, "Lazim bû ku me Kurdên Feylî jî gavek bi vî rengî biavêta."
  
Em zanin sozên wan bêwate ne

Hevseroka KNK'ê bal bire ser keda mezin a Kurdên Feylî ji bo rizgariya xaka Kurdistanê, ku bi sedan şehîd di ber Başûrê Kurdistanê de dane û got, "Heger rayedar û payebilindên Başûrê Kurdistanê xwestibûna û jidil bûna, dikarîbûn ji bo mafê Kurdên Feylî zext li Komara Iraqê bikirana û ji bo mafên Kurdên Feylî gavên berbiçav biavêtana. Lê belê heta niha tenê soz dane, ku em zanin sozên wan bêwate ne."

Komkujiyên li dijî Feyliyan betal nebûne

Hevserokê NCDK'ya Stockholmê, Mîrhem Yîgît jî diyar kir ku ew êşa Kurdên Feylî weke êşa xwe dibînin û xwedîderketina li mafên wan jî weke erka xwe ya sereke dibînin.

Nûnerê Rêxistina Bereya Kurdên Feylî li Bexdayê Mihemed Nûrî jî got, "Beriya 41 salan komkujiyeke giran hate kirin, lê mixabin îro ti tişta berbiçav di destê me Kurdên Feylî de tine ku em ji xwe re bikin bingeh û li ser mafê xwe bixwazin. Em naxwazin ku tenê di demên hilbijartinan de werin bîra rayedar û nûnerên dewletan. Ji ber ku em hem Kurd in hem jî Şîa ne, her tim rastî zorî û komkujiyê hatine."

Kurdên Feylî kî ne?

Kurdên Feylî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê li bajarên, Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn, Bexda, Besra, li Rojhilatê Kurdistanê jî li bajarên îlam, Kirmaşan, Loristan û hinek jî li paytexta IranêTehranê ne. Tê texmînkirin ku nifûsa wan bi giştî 2 milyon be. Dema ku rejîma Beesê bi serokatiya Sedam Huseyîn dest bi komkujiya Kurdan kir, di bin navê 'Enfalê' de pêşî li derdora Kerkûk, Mûsil, Xaneqînê li dijî Kurdên Feylî dest bi komkujiyê kir. Kurdên li van herêman kom bi kom ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin komkirin û ji van herêman hatin derxistin. Bi deh hezaran bi vî rengî hatin derxistin û hatin qetilkirin. Bi deh hezaran ji wan bi vî rengî weke 'windahî' tên zanîn.