- Li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk ji ber rabûna lehiyê û heziyana erdê, herî kêm 203 kes mirin.
Li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) ji ber rabûna lehiyê û heziyana erdê, herî kêm 203 kes mirin.
Li herêma Kîvû ya Başûr, roja Pêncşemê ji ber barana zêde lehî rabû û li gelek deveran erd heziya.
Rêveberê bajarê Kaleheyê ku karesatê bandoreke giran li gundên wê kir, Thomas Bakenga, şemiyê li cihê felaketê daxuyanî da û got, zerar û ziyana canî û malî gelekî giran e.
Rayedarî got, "Li vê derê, li Bûshûshû me 203 cenaze ji binê xirbeyan û heriyê derxistin.“
Rayedaran diyar kir ku li gundê Nyamûkûbî jî girek hatiye xwarê. Avê daye ser gelek gundan.
Di destpêka hefteyê de li Ruwandayê ji ber felaketa lehiyê herî kêm 131 kes miribûn, bi hezaran xanî jî hilweşiyabûn.
NAVENDA NÛÇEYAN