Hunermendên Êzîdî ji bo xwedî li Şengalê derkevin li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê çalakiyek li dar xistin. Hunermendan nerazîbûn nîşanî lihevkirina PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê dan.
Hunermendên Êzîdî bi pêşengiya Navenda Çanda Êzîdxanê (NÇÊ) li hev kom bûn û xwedî li Şengalê derketin. Li qada Steîntor a Hannoverê hunermendên Êzidî konsereke biçûk dan. Piştre bi navê NÇÊ daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Bi navê hunermendên Êzîdî em amade ne ku bi hunera xwe, bi deng û hebûna xwe Şengalê biparêzin. Divê Rêber Apo azad be, ji ber ku tenê bi azadiya Rêber Apo em dikarin azad bibin.”
Di daxuyaniyê de ku bi Elmanî hate dayin, lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya 9’ê Cotmehê li ser Şengalê kirin, hate bibîrxistin û rûreşkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku peyman dewama fermana 2014’an a li dijî civaka Êzîdî ye û hate gotin, “Heta ku Tevgera Azadiyê û em hebin, wê bi ser nekevin. Xaka Şengalê bi xwîna Egîdan, bi xwîna zarokên leheng, û gerîlayên leheng hate avdan. Bila her kes zanibe ku em ê van nirxên xwe bi canê xwe, bi xwîna xwe biparêzin. Welatê Derwêş û Egîdan wê azad bibe, Şengal wê azad bibe.”
Piştî daxuyaniyê hunermend Suleyman Rengîn, Bavê Ronî, Emîn Hemdûna, Nalîn û Nazdar, Rewî û Egîd Şengalî stran gotin û çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

ANF/HANNOVER