NEXEM KARACA
JINHA/XEZE
Rewan Xazîq dikaribû qalibên hunerî yên di tabloyên seramîk de bişikîne. Bi berhemdariya xwe ya ku pirsgirêkên civakê bi şêwazekî realîst û sembolîk derdixe pêş, hunerê xwe biafirîne.
Rawan Xazîq, a 22 salî, ji bajarê Filistînê Xezeyê ye. Hunermenda ciwan li ser hunerê xwe dibêje, "Min destpêkê mîna her kesê jêhatî hewl da kariyera xwe ya hunerî di hunerên plastîk de bi pêş bixim.”
Ji bo bipêşxistina behremendiya xwe, her tişta nû ya hunerî ceriband: "Di serî de, tabloyên min wekî tabloyên hunermendên bi nav û deng Pablo Picasso û Van Gogh bûn, lê piştre min tabloyên xwe bi îlhama xwe ya xweser çêkirin. Kesê ku şêwaza min a wênesaziyê bişopîne, bêyî ku navê min li ser hatibe nivîsandin, dikare berhemên min bibîne, lewre şêwaza wênesaziya min êdî diyar bûye.”
Bi huner mîrateyê nîşan dide
Der barê projeya xwe ya derçûnê ya bi navê "Daweta Filistîniyan" de ew dibêje, "Beriya bi du salan, ez li ser mijara Daweta Filistîniyan, xebitîm û min hez kir ku li ser mîrateyan biaxivim û min xwest mijarên erênî ronî bikim û nîşanî nifşên ku nebûne şahidên Nekbayê bidim. Bi lêkolîn û ezmûna xwe min dîmenên rast girtin û di tabloyên peykeran de bi cih kirin.”
Rawan Xazîq dibîne ku tabloyên hunerî yên ji seramîkê bi riya wan beşdarî şikandina qalibên hunerî û teqlîdê bûne, ji tabloyên din ên hunerî yên din xweşiktir û jîrtir in. Li ser vê, ew dibêje, "Tabloyên hunerî yên bi seramîkê hatine xemilandin, estetîka xwe ji cudahiya ji tabloyên plastîk ên mayî digirin. Huner bi giranî bi jêhatîbûn û şikandina stereotîp û teqlîdkirinê ve girêdayî ye.”
Malzeme buha ne
Lê huner ji bo wê zehmet e: "Ez di mjiara peykersaziyê de zehmetiyê dibînim. Nemaze malzemeyên ku li Xezeyê hene, ji ber bihayê zêde, di çêkirina berhemên peykersaziyê de em tengav dibin. Mînak, gila hewa di xebatê de hêja ye, lê zêde biha ye û em nikarin mîqdarên zêde peyde bikin.”
Rewan Xazîq li ser armanc û hestên xwe jî dibêje, "Huner hest û peyamek e, û her hunermend bi rêya hunerê xwe peyama xwe radigihîne her kesê. Ez timî dixwazim peyamên xwe bi rêya xebatên xwe yên hunerî bigihîjînim.”